Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxwaza aştiyê xelk daket kolanan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Xwenîşandana li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xwenîşandana li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Gavek Ji Bo Aştiyê DEM Partî Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya DEM Partiyê û bi piştgiriya gelek partiyên çepgir, li 20 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meşên "Gavek ji bo aştiyê” hatin lidarxistin.

Gel bi daxwaza avêtina gavên yasayî yên ji bo aştiyê daket kolanan.

Meşan di heman demê de dest pê kir û beşdaran peyamên girîng dan.

Li Enqereyê alozî derket

Meşa li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li Qada Kizilayê dest pê kir.

Di destpêka meşê de di navbera polîsan û çalakvanan de alozî derket.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir axivî û daxwaza samîmiyetê kir.

"Aştî karekî cidî ye"

Tuncer Bakirhan da zanîn ku ew ji aştiyê bawer dikin û wiha axivî:

“Eşkere ye ku em di vê mijarê de çi qasî samîmî ne. Em bangî her kesî dikin ku samîmî be û gavên pêwîst bavêje.

Aştî karekî cidî ye û ne îşê henekan e. Pêwîstî bi samîmiyetê heye. Em dixwazin wê samîmiyetê bibînin.

Îro em li çaraliyê Tirkiyeyê bi deh hezaran dimeşin û em hêvîdar in ku parlamento jî vê helwesta gel bibîne û tiştê pêwîst bi cih bîne.”

Li Stenbolê Dayîkên Aştiyê li pêş bûn

Li Stenbolê jî gelek çalakvanan bi heman armancê li navçeya Kadikoyê kom bû.

Girseya gel di bin tedbîrên ewlehiyê yên awarte de heta bi Rihitimê meşiya û dirûşmên aştiyê berz kirin.

Wekî çalakiyên li bajarên din, li Stenbolê jî Dayîkên Aştiyê di rêza pêş de cihê xwe girtin.

"Em dê çalakiyên xwe bidomînin"

Beşdar Sakîne Kemerê li ser meşê got, “Em aştiyê dixwazin. Em gavan diavêjin lê dewlet gavan navêje.

Dewlet me dixapîne lê em qet naxapin. Heta ku em hebin em dê çalakiyên xwe bidomînin.”

Zahîde Demîra ku ew jî tevlî meşê bûbû, anî zimên, “Em ji bo aştiyê hatine vir.”

Daxwaza gavên yasayî û qanûnî

Meşeke din a qelebalix jî li Amedê hat lidarxistin.

Çalakvanan li ber Girtîgeha Amedê dest bi meşê kir û heta bi Ofîsê meşiyan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Amedê ji bo avêtina gavan bangî desthilatê kir.

Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê ev pêvajo bigihîje bingeheke yasayî û wiha pê de çû:

“Ji bo avêtina gavên aştiyê, wekî pêngava ewil divê ev pêvajo bigihîje bingeheke yasayî û qanûnî.

Divê ev pêvajo teqez bi hiqûq û yasayê ve were girêdan.”

Li 20 bajaran meş

Li bajarê Wanê jî meşeke girseyî hat lidarxistin.

Ji xeynî Enqere, Stenbol, Amed û Wanê, li Riha, Dêrsim, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Dîlok, Îzmîr, Mûş, Erzirom, Bedlîs, Agirî, Erdexan, Îdir û Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst