Partî û rêxistinên Kurdan li Îzmîrê ji bo zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PSK PWK PÊLKURD VEJÎN
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partî û rêxistinên Kurdan PÊLKURD, PSK, PWK û VEJÎNê li Îzmîrê ji bo zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Komeleya KED-DERê hat lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de, ji bo şehîdên Kurdistanê xulekek rêz hat girtin.

Piştre li ser navê PÊLKURDê Mahmut Alpaşen, li ser navê PSKyê Nevzat Teker, li ser navê PWKyê M. Sîrac Kaya û li ser navê VEJÎNê jî Edîp Welatparêz axivîn.

"Xwedîderketina li ziman erkekî neteweyî ye"

Her çar axêveran li ser girîngiya Kovara Hawarê û xebatên Mîr Celadet Bedirxan bîr û ramanên xwe anîn zimên.

Wan her wiha qala siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî û gelê Kurd kir ku 100 sal in didome.

Axêveran destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê Kurdî pêwîstiyek û erkekî neteweyî ye.

Ji bilî endamên PÊLKURD, PSK, PWK û VEJÎNê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî piştî axaftinan bi stran û helbestên Kurdî dawî bû.

Hemû beşdaran ji ber amadekirina cihê çalakiyê spasiya birêvebirên Komeleya KED-DERê kir.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst