Li Mêrsînê êrişa çekdarî: 4 mirî û 8 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mersîn Êrişa Çekdarî Metîn O
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, kesekî bi tivinga pompeyî êriş kir û di êrişa çekdarî de 4 mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro li taxa Kadelliyê ya navçeya Tarsusê qewimî.

Kesê bi navê Metîn O. bi tivinga pompeyî bi ser xwaringeha birayên bi navê Sabrî û Samet Pan de girt û gule berdan.

Hat zanîn ku ji berê de dijminatiya wî û xwediyên xwaringehê hebû.

Gule li Sabrî Pan, Ahmet Ercan Can, Mehmet T. û hinek mişteriyên xwaringehê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku xwediyê xwaringehê Sabrî Pan li cihê bûyerê miriye.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ahmet Ercan Canê birîndar tevî hemû midaxeleyên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.

Termên her du qurbaniyan ji bo otopsiyê şandin meytxaneyê.

Dema reviya du kesên din jî kuştin

Metîn Oyê ku bi otomobîlê ji cihê bûyerê reviya, di rêya xwe de du kesên din jî kuştin.

Êrişkar li taxa Kaburgedigiyê ciwanê bi navê Yusuf Oktayê ku heywanên xwe diçêrandin da ber guleyan û ew kuşt.

Her wiha wî li taxa Yenîmahalleyê jî şofêrê tirê Abdullah Koca li ber mala wî kuşt.

Ji hewa û erdê ve lêgerîn didome

Tîmên polîs û cendirmeyan li cihê bûyerê û li nexweşxaneyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtin.

Ji bo dîtin û girtina kujerê reviyayî ji hewa û erdê ve xebatên lêgerînê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst