Civîna Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Dadê hat bipaşxitin

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Civîn Heyeta Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ji ber rewşa tendurustiyê ya Sirri Sureyya Onder hat bipaşxitin.

Biryar bû Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de 18ê Nîsana 2025an derbarê gavên yasayî yên ji bo pêvajoyê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bicive.

Lê şeva borî krîza dil li endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder da û li nexweşxaneyeke taybet a li Stenbolê hat emeliyatkirin û rewşa tenduristiyê ya Onder ne baş e û metirsî li ser jiyana wî heye.

Li gorî zanyariyan, Parlamenterê Mersînê û Alîkarê Serokê Giştî yê Partoya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen dema li nexweşxaneyê çûne serdana Onder, derbarê civîna Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê pirs ji Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kiriye.

Tuncer Bakirhan jî ji Ekmen re gotiye ku ew civîn ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder hatiye bipaşxistin.

Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen bi xwe jî di pêwendiyeke telefonî de ev agahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst