Stenbol (Rûdaw) - Mamosteyê Kurdî Yusuf Turan 8 sal in li benda tayînkirinê ye.
Mamoste Yusuf Turan ciwanekî 30 salî ye. Ew 8 sal in ku ji Beşa Mamostetiya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê mezûn bûye.
Lê ew jî yek ji wan mamosteyên Kurdî ye ku ji ber kêmbûna kontenjanan nehatiye tayînkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tevî pêvajoya çareseriyê jî salane tenê 5-6 kontenjanan ji bo mamosteyên Kurdî vediqetîne.
Yusuf ji bo debara xwe bike wekî bi sedan hevalên xwe yên mamosteyên Kurdî ji neçariyê karekî din dike.
Divê Mamoste Yusuf li dibistanan zarokan fêrî zimanê Kurdî bike lê piştî ku mezûn dibe û nayê tayînkirin li dikana bavê xwe dest bi kar dike.
Hêviya mamosteyan ji pêvajoyê heye
Lê belê Mamoste Yusuf ji ber pêvajoyê bi hêvî ye.
Ew hêvî dike ku îsal kontenjanên mamosteyên Kurdî bên zêdekirin û ew û hevalên wî bên tayînkirin.
Her çi qas mamosteyên zimanê Kurdî yên netayînkirî dûrî dibistan û dersa Kurdî bin jî her xewn û xeyala wan mamostetî ye.
Ew dixwazin rojekê wekî mamosteyên Kurdî bên tayînkirin û dersa Kurdî bidin zarokan.
Loma jî ew ji aliyekî ve ji bo ezmûnê dixebite, ji aliyekî ve jî karê xwe yê rojane dike.
Mamosteyê Kurdî Yusuf Turan wiha behsa serpêhatiya xwe kir:
“Min sala 2014an li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dest bi Beşa Çand û Zimanê Kurdî kir.
Ez sala 2018an mezûn bûm. Wê salê ez ketim ezmûna karmendiyê (KPSS).
Lê ji ber ku kontenjanên mamosteyên Kurdî kêm bûn û puanên wan gelekî bilind bûn ez bi ser neketim.
Paşê êdî ez neketim ezmûnan jî. Lê îsal ez bi hêvî me, loma min dîsa dest bi xebatê kir.
Dema em ji dersdayîna Kurdî û ji çalakiyên çand û hunerê dûr dimînin, bêgav em ji Kurdiyê jî dûr dikevin.
Em dixwazin ku rojekê berî rojekê wekî mamoste bên tayînkirin û li dibistanan zarokan fêrî Kurdiyê bikin.”
#VÎDEO - Mamosteyê zimanê Kurdî Yusuf Turan ji neçariyê karekî din dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 16, 2026
🎙 ❝Xewn û xeyalên me li ser mamostetiyê ne❞
🎙 ❝Ez nehatim tayînkirin û ji bo kar û xebatê hatim cem bavê xwe❞#Kurd #Kurdî #Kurdistan pic.twitter.com/yWn4qaArcc
“Mamostetiya Kurdî di xewn û xeyala min de ye”
Mamoste Yusuf 30 salî ye, zewiciye û bavê 2 zarokan e.
Ew bi eslê xwe ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye lê li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê ji dayîk bûye û li wir dijî.
Mamoste Yusuf piştî ku nayê tayînkirin li dikana ambalajan a bavê xwe dest bi kar dike.
Ew ji aliyekî ve ji bo ezmûnên KPSS û AGSyê dixebite, ji aliyekî ve jî li dikanê dixebite.
Yusuf Turan li ser karê xwe yê niha jî got:
“Piştî ez mezûn bûm û wekî mamoste nehatim tayînkirin, min jî wekî hevalên xwe ji neçariyê karekî din kir.
Dîsa şikir ku ez li dikana bavê xwe xebitîm. Lê helbet mamostetiya Kurdî her di xewn û xeyala min de ye.
Pêwîst e Wezareta Perwerdeyê guh bide daxwazên Kurdan û zêdetir kontenjanan ji bo mamosteyên Kurdî veqetîne.”
Bavê wî axaftina bi Tirkî li malê qedexe kiriye
Piştgirên herî mezin ên Yusuf dê, bav û malbata wî ne.
Bavê wî Nîmetullah Turan ji biçûktiyê ve zarokên xwe li ser çand û zimanê Kurdî perwerde kirine.
Wî heta li malê axaftina bi Tirkî jî qedexe kiriye.
Bavê Mamoste Yusuf, Nîmetullah Turan axivî û got:
“Zarokê min 4 salan beşa Kurdî xwend û jê mezûn bû. Ked da. Lê ev 8 sal in li şûna ku wezîfeya xwe bike, li cem min dixebite.
Lê em hêvîdar in ku êdî dest bi wezîfeyê bike. Lewra xewn û xeyala min ew e ku ez û dayîka wî, em rojekê wî li dibistanê dema ku dersa Kurdî dide bibînin.”
Tenê 6 kontejan ji bo Kurdî
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 2025an di nav 25 hezar kontenjanên mamosteyan de tenê 6 kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî veqetandibûn.
Loma jî bi sedan mamosteyên zimanê Kurdî yên ku ji beşên Kurdolojiyê mezûn dibin nikarin bên tayînkirin.
Lê xewn û xeyala wan hemûyan ew e ku rojekê wekî mamoste bên tayînkirin û dersa Kurdî bidin zarokan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse