Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîr û kal dibin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) Ciwan Pîr û Kal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), rêjeya ciwanan di nav tevahiya nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de daketiye ji sedî 14,8an.

Tê pêşbînîkirin ku ev rêje sala 2040î dakeve ji sedî 12,2yan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nifûsa ciwan rûbirûyî guherînên giran ên civakî û aborî ye.

Li gorî amarên nû yên rapora nifûsê ya TUÎKê, nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sala 2025an û pê ve gihîştiye 86 milyon û 92 hezar û 168 kesan.

Hejmara ciwanên di navbera 15-24 salî de wekî 12 milyon û 708 hezar û 348 kes hatiye tomarkirin.

Bi vê yekê re, rêjeya ciwanan di nav nifûsa giştî de daket ji sedî 14,8an.

Ev rêje sala 1950yî ji sedî 20,8 bû.

Eger ev rewş wiha bidome, tê pêşbînîkirin ku rêjeya ciwanan sala 2040î dakeve ji sedî 12,2yan.

Bajarên herî ciwan li Bakurê Kurdistanê ne

Dema mirov li dabeşkirina parêzgehan dinêre, bajarên Bakurê Kurdistanê di rêzên yekem ên rêjeya ciwanan de cih digirin.

Rêjeya herî bilind a ciwanan bi ji sedî 20,4an li Şirnexê ye.

Piştî Şirnexê, bi ji sedî 20î Colemêrg û li pey wê jî bi ji sedî 19,8an Sêrt tê.

Rêjeya herî kêm a ciwanan jî li parêzgeha Balikesîrê hatiye tomarkirin.

Bêkarî û koçberiya ciwanan

Yek ji amarên herî krîtîk ên di raporê de, li ser rewşa aborî ya ciwanan e.

Li gorî raporê rêjeya bêkariya ciwanan wekî ji sedî 15,3 hatiye destnîşankirin.

Ev rêje di nav mêrên ciwan de ji sedî 11,7 e lê di nav jinên ciwan de derketiye ser ji sedî 22,1ê.

Li gorî TUÎKê, rêjeya ciwanên ku ne dixebitin û ne jî dixwînin sala 2025an gihîştiye ji sedî 23,3yan.

Ev rêje di nav mêrên ciwan de ji sedî 16,3 ye lê di nav jinên ciwan de girantir e û gihîştiye ji sedî 30,9an.

Rapor nîşan dide ku ciwanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo paşerojeke baştir neçar in koç bikin.

Sala 2024an nêzîkî 450 hezar ciwanî ji bo perwerdeyê bajarê xwe guherî.

Piştî perwerdeyê, dîtina derfetên kar sedema duyem a koçberiya ciwanan e.

Kêfxweşî û teknolojiya nû

Tevî hemû zehmetiyan jî, ji sedî 54,4ê ciwanan diyar kir ku ew kêfxweş in.

Çavkaniya herî mezin a dilxweşiyê jî wekî "tenduristî" hat nîşandan.

Di warê teknolojiyê de jî bipêşketinek heye.

Li gorî amaran, ji sedî 39,4ê ciwanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî amûrên hişê çêkirî di jiyana xwe ya rojane û perwerdeyê de bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst