Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê li ser dersa Kurdî ya vebijêrkî rûniştinek li Dadgeha Buyukçekmeceyê hat kirin.
Li dadgeha navçeya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê, Serokê Komeleya HEZKURDê Suphî Ozgen bi tohmeta "belavkirina agahiyên şaş ên li ser dersa Kurdî ya vebijêrkî" hat darizandin.
Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez li Stenbolê bi Suphî Ozgen re axivî û zanyariyên li ser dozê jê wergirtin.
Li gorî îdianameya ku li ser Suphî Ozgen hatiye amadekirin, wî sala 2025an dema bangeşeya ji bo dersa Kurdî ya vebijêrkî kiriye gotiye ku "hinek dibistan rê nadin dersa Kurdî ya vebijêrkî."
Dozgeriyê ev daxuyaniya wî wekî "xapandina xelkê ya bi rêya agahiyên şaş" bi nav kiriye û doz lê vekiriye.
Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersa Kurdî ya vebijêrkî bi awayekî fermî di qanûnan de heye, astengiyên li pêşiya xwendina Kurdî di asta xwecihî de didomin.
Li gelek dibistanan, birêvebirên dibistanan wê forma ku dersa Kurdî ya vebijêrkî tê de ye nadin dayîk û bavên zarokan.
Her wiha li hinek dibistanan jî birêvebir ji xizmên zarokan re dibêjin, "Eger zarokên we dersa Kurdî hilbijêrin, dibe ku di paşerojê de bandoreke neyînî li xwendina wan bike."
"Mafê Kurdî tenê li ser kaxezê ye"
Parêzer û Serokê Komeleya HEZKURDê Suphî Ozgen di bultena Rûdawê de behsa rûniştina dadgehê kir.
Suphî Ozgen diyar kir ku ew îro çûye dadgehê û dadger jê pirsî ye ku çima daxuyaniyeke wiha daye.
Ozgen destnîşan kir ku wî ji dadger re gotiye:
"Dersa Kurdî ya vebijêrkî derfetek e ku zarok bi Kurdî bixwînin lê li Stenbolê nayê bicihanîn.
Ji ber vê yekê me komeleyeke bi navê HEZKURDê ava kir ku ev maf bê bicihanîn."
Li gorî gotinên Ozgen, dadger jê re gotiye, "Madem ku ew derfet heye, we çima ew komele ava kir?"
Ozgen eşkere kir ku wî jî bersiva dadger daye û anî ziman:
"Rast e ev maf ji sala 2012an ve heye lê mixabin tenê li ser kaxezê heye û li gelek cihan tê astengkirin."
Rûniştina duyem dê 12ê Çiriya Paşîn be
Suphî Ozgen li ser formên dersa Kurdî ya vebijêrkî jî agahî dan û diyar kir ku form ne standard bûn.
Ozgen ragihand ku ew sala 2020î ji bo standardkirina forman bi berpirsên Parêzgariya Stenbolê û yên perwerdeyê re axivîne û daxwaznameya xwe ji Enqereyê re jî şandiye.
Suphî Ozgen li pey çû û got:
"Piştî wê yekê form hatin standardkirin lê li piraniya dibistanan ji dayîk û bavên zarokan re nabêjin ku zarokên wan xwedî mafê dersa zimanê Kurdî ne."
Di dawiya rûniştina dadgehê de Suphî Ozgen ji dadgehê xwestiye ku ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê bipirse ka ji kengî ve dersa Kurdî ya vebijêrkî heye.
Her wiha wî xwestiye ku dadgeh ji wezaretê bipirse ka beriya xebatên wî yên sala 2020î, li navçeya Esenyurtê û bi giştî li Stenbolê dersa Kurdî ya vebijêrkî hatiye dayîn an na.
Rûniştina duyem a doza Suphî Ozgen dê 12ê Çiriya Paşîn a îsal were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse