Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê ragihand ku yek ji gavên sereke yên pêvajoya çareseriyê diyarkirina statuya zimanê Kurdî ye.
Ayanê her wiha bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di vî warî de gavan biavêje.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan îro di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser rewşa zimanê Kurdî axivî.
"Cejna rasteqîn perwerdeya bi Kurdî ye"
Ayanê bi bîr anî ku hejmara yekem a Kovara Hawarê 15ê Gulana 1932yan bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan hatiye derxistin û ji 2006an ve her sal 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ayanê destnîşan kir ku cejna rasteqîn a zimanê Kurdî tevî qedexe û tunehesibandinê dê bi perwerdeya bi Kurdî û bikaranîna wê ya di hemû qadên jiyanê de pêk were.
Pêvajoya çareseriyê û zimanê Kurdî
Dîlan Kunt Ayanê amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir.
Ayanê ragihand ku yek ji gavên sereke yên ku dê pêvajoyê li ser pêyan bihêle û wê bigihîne serkeftinê diyarkirina statuya zimanê Kurdî ye.
Parlamentera DEM Partiyê li ser kursiya Parlamentoyê bi Kurdî dawî li axaftina xwe anî û got:
“Eger ziman tune be em jî tune ne. Em bi zimanê xwe dijîn û bi zimanê xwe têkoşînê dikin. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse