Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê jinekê kurê xwe yê 5 salî bi kêrê kuşt.
Revşan D. (27) ya ku li Taxa Mevlanayê dijî, li mala xwe ji ber sedemeke ku hîn ne diyar e stûyê kurê xwe Mert Veysel K. bi kêrê jê kir.
Kesên ku dengê qêrînê bihîst aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hinek mirovên wan û cînaran zarok bir nexweşxaneyê lê hat zanîn ku ew miriye.
Polîsan dayîka 4 zarokan desteser kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse