Hewlêr (Rûdaw) - Li ser gotinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag ku gotibû "Eger ez li salonê bûma, min dê li wî kesî bixista" Sirri Sakik got, “Ez Şafiî me, dê destnimêja min bişike."
Bandora nîqaşa di navbera Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldan û Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez berdewam dike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyî bersiv da gotinên "nemerdî" yên Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez.
“Hûn dizanin kî nemerd e?”
Sirri Sakik pirsa “Hûn dizanin nemerdiya rast çi ye?” kir û wiha axivî:
“Rojên dawî, li Meclisê derbarê pêvajoya dawî bêjeyên ‘xayîn’ û “nemerd” li hewayê difirin.
Hûn dizanin nemerdiya rast çi ye?
Piştî ku welat bi hev re hat avakirin ên ku vedigerin û Kurdan înkar dikin nemerd in.
Yên ku zimanê gelekî qedexe dikin nemerd in.
Yên ku dest datînin ser mafên gelekî nemerd in.
Hûn dizanin kî nemerd e?
Yên ku bi dehhezaran Kurd bi cînayetên failî meçhûl qetil kirine û dengê xwe dernaxin nemerd in.
Yên ku gundên 3 hezar û 500 Kurdan şewitandine nemerd in.
Yên ku dixwazin kuştin bidomin nemerd in.
Yên ku dixwazin şer bidome nemerd in.
Yên ku dixwazin kevirekî Kurdan jî nebe nermerd in.
Kî ji me re bibêje ‘nemerd’ nemerdê herî mezin jî ew e.”
#VÎDEO - Sirri Sakik: ❝Hûn dizanin kî nemerd e?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 16, 2025
Piştî ku welat bi hev re hat avakirin ên ku vedigerin û Kurdan înkar dikin nemerd in.
Yên ku zimanê gelekî qedexe dikin nemerd in.
Yên ku dest datînin ser mafên gelekî nemerd in.
Yên ku gundên 3 hezar û 500 Kurdan şewitandine… pic.twitter.com/w9wAYWABe0
"Mi dê lê xista"
Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî axaftina Sakik li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û ev gotin bi kar anîn:
"Xweda dizane eger ez li wê salonê bûma, min dê li wî kesê ku heqaret li Ataturk, Şerê me yê Serxwebûnê û Komara Tirkiyeyê kiribû, bixista.
Ji bo ku ez Qanûna Cezayê ya Tirkan binpê nekim, ez ji vê zêdetir nabêjim."
Sirri Sakik bersiv da Umît Ozdag û got, " Ez Şafiî me, dê destnimêja min bişike."
Ben Şafiiyim abdestim bozulur 😃 https://t.co/4Q91jvIHbi
— sırrısakık (@sakiksirri) October 16, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse