Hewlêr (Rûdaw) - Bi talîmata Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê operasyon li dijî GAÎN Medyayê û şirketên girêdayî Anahat Holdingê hat lidarxistin.
Di operasyonê de Fona Sîgorteya Mevduatê ya Teserûfê (TMSF) wekî qeyûm hat tayînkirin û 3 rayedar hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne de, tîmên cendirmeyan bi ser şirketên girêdayî Anahat Holdingê û bi taybetî jî bi ser GAÎN Medyayê de girt.
Hat ragihandin ku lêpirsîn bi tohmetên "avakirin rêxistinê ya bi armanca sûckirinê", "behîsa neyasayî" û "spîkirina mal û milkê ku ji sûcan tê" hatiye destpêkirin.
3 rayedar hatin desteserkirin
Di çarçoveya operasyonê de rayedarên holding û şirketê Berkîn Kaya, Barbaros Reşat Gulcan û Selahattîn Aydin hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku xebatên lêgerînê yên cendirmeyan li navendên şirketan û yekîneyên girêdayî wan berdewam dikin.
TMSF wekî qeyûm hat tayînkirin
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Fona Sîgortayê ya Mewduatê ya Teserûfê wekî qeyûm li tevahiya saziyên girêdayî GAÎN Medyayê hatiye tayînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse