Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê û zimanê Kurdî axivî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Ahmet Davutoglu Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hêdî dimeşe û got, “Li Tirkiyeyê divê mafê hemû zimanan parastî be, zimanê Kurdî jî di nav de.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re, îro Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ziyaret kir.

Heyeta ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, li Enqereyê li navenda Partiya Paşerojê bi Davutoglu re civiya.

Mijara sereke ya civînê, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rûdanên dawî yên di pêvajoya çareseriyê de û gavên ku divê bên avêtin bûn.

“Pêvajo hêdî dimeşe”

Ahmet Davutoglu piştî hevdîtinê, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de axivî û diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke gelekî girîng û hestiyar re derbas dibe.

Davutoglu bal kişand ser leza pêvajoyê û rexne li desthilatê girtin û got:

"Bi dîtina min pêvajo hêdî dimeşe, lewma divê di demeke herî nêzîk de bigihîje encamê.

Divê desthilat pêvajoyê bileztir bike û di demeke herî zû de zemîna yasayî ya pêvajoya aştiyê amade bike."

Davutoglu her wiha bangî Komîsyona Parlamentoyê kir ku rapora xwe ya dawî û pêşniyaran di demeke nêzîk de amade bike û pêşkêş bike.

"Hemû ziman pîroz in"

Serokê Partiya Paşerojê li ser mafên çandî û zimanî jî helwesta xwe nîşan da û got:

"Hemû ziman pîroz in. Divê li Tirkiyeyê mafê hemû zimanan parastî be, zimanê Kurdî jî di nav de.

Mafê her kesî ye ku zimanê dayîkê fêr bibe û perwerdeya bi zimanê dayîkê wergire."

Sûriye û Peymana 10ê Adarê

Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de pêwendiya pêvajoya navxweyî bi geşedanên herêmî ve girê da û got:

"Rewşa Sûriyeyê bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Divê Peymana 10ê Adarê bi awayekî ku mafên demokratîk ên Kurdan li herêmê biparêze, were bicihkirin.

Her wiha lezkirina pêvajoya danîna çekan dê pêvajoya amadekirina zemîna yasayî li Tirkiyeyê jî bileztir bike."

Pêdivî bi gavên hiqûqî heye

Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar jî ragihand ku pêvajo gihiştiye qonaxeke nû û wan naveroka hevdîtina ligel Abdullah Ocalan bi Davutoglu re parve kiriye.

Sancar tekez kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê pêngavên hiqûqî bên avêtin û "yasayên aştiyê" bên derxistin.

Heyeta Îmraliyê hefteya borî bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan re jî civiyabû.

Li gorî planê, diviyabû şande îro bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re jî biciviya lê ji ber wefata Şaredara Navçeya Şehzadelerê ya CHPyê civîn hat bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst