Erdogan ji bo Peymana 10ê Adarê hişyarî da HSDyê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan HSD Sûriye ÎSraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya li 16emîn Konferansa Balyozan de bêyî ku nav bide ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê hişyarî da HSDyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li Enqereyê di Konferansa 16emîn a Balyozan de li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin.

Erdogan di axaftina xwe de cih da krîzên herêmî û bi taybetî li ser ewlehiya Deryaya Reş û bipêşketinên li Sûriyeyê rawestiya.

Hişyarî ji bo du welatên li Deryaya Reş

Erdogan bal kişand ser şerê Rûsya û Ukraynayê û hewldanên dîplomatîk ên Tirkiyeyê û serkeftinên pêvajoya Stenbolê yên di warê mirovî de bi bîr anîn.

Erdogan tekez kir ku bi bicihanîna hûrgilî ya Peymana Tengavan a Montroyê rê li ber belavbûna şer a li Deryaya Reş hatiye girtin û bertek nîşanî rûdanên dawî da:

"Êrişên dualî yên ku van rojên dawî tên kirin, gefeke cidî li ewlehiya çûnûhatina li Deryaya Reş dixwin.

Hedefgirtina keştiyên bazirganî û keştiyên sivîl feydeyê nade kesî.

Em di vê mijarê de hişyariyên xwe bi awayekî zelal dighînin her du aliyan jî."

"Li pêşiya Sûriyeyê derfeteke dîrokî heye"

Erdogan beşeke girîng a axaftina xwe ji bo serdema nû ya Sûriyeyê veqetand û diyar kir ku bi rûxîna rejîma Esed a di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de ji bo Sûriyeyê deriyekî derfetê yê dîrokî vebûye.

Erdogan da zanîn ku birêvebiriya nû ya bi serokatiya Ehmed Şer di warê entegrasyona navneteweyî de mesafe qut kiriye û got:

"Tenê hejmara penaberên ku ji welatê me vegeriyane Sûriyeyê gihiştiye 580 hezarî. Her ku jîngeha aramiyê mayînde bibe dê veger jî bileztir bibin."

Hişyarî da HSDyê

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa peymana di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî kir û bêyî ku nav bide bi gotina "Nekeve lîstika Îsraîlê" hişyarî da HSDyê.

Erdogan wiha axivî:

"Wekî yekane hevpeymanê NATOyê yê ku sîng bi sîng bi belaya DAIŞê re şer kiriye, em her cure piştgiriyê didin hikûmeta Sûriyeyê.

Em ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê ku eger lingan lê bixin rîska veguherîna krîzê heye, şîretên pêwîst dikin.

Eşkere ye bê kî dê sûdê ji perçebûn, dabeşbûn û lawazbûna yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê wergire.

Tenê bi xeyala dîrok û paşeroja hevpar mimkin e ku hemû beşên Sûriyeyê bi bawerî li siberoja xwe binêrin."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de gotineke pêşiyan a Tirkî "Dema ji bo birinc diçû Dimyatê, ji savarê malê jî bû" (Yê ku bi pey kirikê bikeve dibe ku ji belikê jî bibe) bi kar anî û got:

"Ez her tim dibêjim, em hezar sal in li vir in, bi hev re ne, cîran in. Înşalah heta roja qiyametê jî em dê li vir bin û bi hev re bijîn.

Kes nikare wê berpirsyariyê hilgire ku bikeve dafika kesên bi xwîna Misilmanan xwedî dibin. Divê neyê jibîrkirin, yê ku bi pey kirikê bikeve dibe ku ji belikê jî bibe.

Ez bawer dikim ku aqlê selîm dê bi ser çavbirçîtî û ihtîrasê bikeve û ez dixwazim were zanîn ku em wekî Tirkiyeyê dê ji bo vê xebatên xwe bidomînin."

"Agirbesta li Xezeyê tê parastin"

Erdogan behsa rewşa Xezeyê jî kir û bi bîr anî ku pêvajoya piştî hevdîtinên bi Serokê Amerîkayê Trump re dest pê kiribû bi agirbesta 10ê Çiriya Pêşîn bi dawî bûye.

Erdogan got, "Tevî zêdebûna binpêkirinên Îsraîlê, bi saya helwesta bêhnfireh a Hemasê agirbest bi rêjeyeke mezin tê parastin.

Pêşekiya me ew e ku agirbest mayînde bibe û alîkariyên mirovî bê asteng bigihîjin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst