Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku entegrasyona HSDyê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re dê aştî û aramiya Sûriyeyê xurt bike.
Erdogan îro dema ji Misirê vedigeriya pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku avakirina aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rasterast Tirkiyeyê eleqedar dike û yekbûna cîranê wan bi têgihîştina "yek dewlet, yek artêş û yek Sûriye", daxwaza wan a herî mezin e.
Erdogan wiha got:
"Pêbendbûna HSDyê ya bi peymanên ku îmze kirine, dê atmosfera aştiyê ya li Sûriyeyê xurttir bike û aramiya mayînde hêsantir bike.
Divê ti kes di xeyala xwe re jî derbas neke ku şer gur bike, aloziyê zêde bike û bi demê re bileyîze.
Hesabê şaş heta îro hem ji Şamê û hem jî ji Enqereyê vegeriyaye. Bê guman dê dîsa vegere."
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Bêyî ku em bibêjin Kurd, Ereb, Tirkmen an Nûseyrî em her kesî bi hezkirin hembêz dikin. Gelê Sûriyeyê dost û birayê me ye.”
Erdogan her wiha li ser pêvajoya li Tirkiyeyê jî destnîşan kir ku Komîsyona li Parlamentoyê li ber temamkirina rapora xwe ya hevpar e û hêviya wan ew e ku lihevkirin liv û tevgerekê bide pêvajoyê û mohra xwe li raporê bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse