Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Abdulkadîr Selvî ragihand ku dê di demek nêz de destûr bê dayîn ku hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye, were kirin.
Rêberê PKKê Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye û herî dawî 7 Tebaxa 2019an bi parêzerên xwe Rezan Sarica û Nevroz Uysal re rûbirû hevdîtin kiribû. Her wiha 25 Adara 2021an bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Piştî vê destûr nehat dayîn ku Ocalan bi parêzer û mirovên xwe re rûbirû yan bi telefonê hevdîtinê bike û hemû serlêdanên parêzer û malbatan hatin redkirin. Herî dawî jî HDPê ji bo bi Ocalan re hevdîtin bê kirin xwest ber bi Gemlîk a Bûrsayê ve bimeşe lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û gelek kes hatin desteserkirin.
Abdulkadîr Selvî ku îro Înê di qunciknivîsa xwe de cih da qedexeya li ser Ocalan û diyar kir ku li gorî agahiyên ku bi dest xistiye dê di demeke nêz de destûr bê dayîn ku Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Selvî got, "Ev kes dibe ku birayê wî Mehmet Ocalan be, yan jî Omer Ocalan ê ku hê parlamenterê HDPê yê Rihayê ye jî dikare biçe Îmraliyê."
Abdulkadîr Selvî anî ziman, “Nizanim wê hevdîtina bi Ocalan re bi berdewamî be yan jî demkî be lê ya girîng ew e ku dê ji vê hevdîtinê çi derkeve? Ocalan wê peyamê bide Qendîl û HDPê?
Dema ku ez mijara hevdîtina bi Ocalan re dinivîsim, di cih de nîqaş tên kirin ku gelo AK Partî dest bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê dike yan na lê ez ji we re bibêjim ku xebateke wiha tune û ez jî wisa tênegihîştim.”
Abdulkadîr Selvî her wiha anî ziman, “Tê gotin ji bo ku gengeşeya PKK-HDPê ya ji ber tecrîdê derketiye holê bi dawî bibe dê destûr bê dayîn ku Ocalan bi kesekî ji malbata xwe re hevdîtinê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse