Serokê Şaredariya Bayrampaşayê ji kar hat dûrxistin

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bayrampaşayê Hasan Mutlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê Hasan Mutlu bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin.

Serokê Şaredariya Bayrampaşayê Hasan Mutlu di çarçoveya operasyoneke li dijî "wergirtina bertîlê" û "gendeliya di îhaleyan de" de hatibû girtin.

Hasan Mutlu doh tevî 26 kesan hatibû girtin û di heman lêpirsînê de 19 kes jî bi şertê kontrola dadî hatibûn berdan.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de amaje bi biryara desteserkirina Hasan Mutlu da û ragihand ku ji ber wê biryarê wekî tedbîreke demkî ew ji kar hatiye dûrxistin.

Tê payîn ku Meclisa Şaredariyê wekîlekî li şûna serokê şaredariyê hilbijêre da ku karên wî bi rê ve bibe.

Hasan Mutlu di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî berbijêrê CHPyê bi rêjeya ji sedî 44,67ê dengan hatibû hilbijartin û bûbû serokê şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst