Serokê Şaredariya Bayrampaşayê yê CHPyê Hasan Mutlu hat desteserkirin

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Şaredariya Bayrampaşayê Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, di çarçoveya operasyona "gendeliyê" de ku li dijî Şaredariya Bayrampaşayê ya CHPyê hat kirin derbarê 48 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn ku Serokê Şaredariyê Hasan Mutlu jî di nav de ye.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve derbarê Şaredariya Bayrampaşayê de bi îdiayên "bexşîn", "xirabkarî", "dayîna bertîlê", "wergirtina bertîlê" û "fesadiya di îhaleyan de" lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 48 gumanbaran biryara desteserkirinê hat dayîn ku Serokê Şaredariya Bayrampaşayê Hasan Mutlu jî di nav wan de ye.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê di serdegirtinên hevdem ên danê sibêhê de Hasan Mutlu, 5 alîkarên wî û 5 endamên meclisa şaredariyê desteser kirin.

Di heman demê de li 72 navnîşanên Şaredariya Bayrampaşayê û navnîşanên kar û malên gumanbaran lêgerîn tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst