Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê car ewil, gotinên Kurdî ketin qeydên fermî lê piştî du saetan ji qeydan hatin derxistin.
Bûyer îro di dema gotûbêjên li ser budceya sala 2026an a Wezareta Karên Navxweyî ya li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê de qewimî.
"Jin kart" û "Şaredariya Xelfetî" ketin qeydan
Piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya pêşkêşiya xwe kir, parlamenterên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan û Mehmet Ruştu Tîryakî axivîn.
Di dema axaftinên xwe de, wan hin gotinên Kurdî bi kar anîn.
Li gorî nûçeya Ceren Bayarê gotinên Tîryakî yên "Jin kart" û "Şaredariya Xelfetî" di qeydên fermî de wekî Kurdî cih girtin.
Lê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku Dîlan Kunt Ayan bi kar anî, wekî "..." di qeydan de hat nivîsandin.
Piştî 2 saetan hatin jêbirin
Lê piştî nêzîkî 2 saetan, ew gotinên Kurdî ji qeydan hatin derxistin.
Li şûna gotinên Kurdî, sê xal di nav nîşanên dırêj de ("...") hatin danîn û di dawiya rûpelê de ev not hat zêdekirin:
"Di vê beşê de ji aliyê axaftvan ve peyvên ne Tirkî hatin bikaranîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse