Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 21emîn li dar xist û li ser rapora amadekirî deng da.
Rapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû amadekirin, li komîsyonê bi 47 dangan hat qebûlkirin.
AK Partî, CHP, DEM Partî, MHP û Yeni Yolê dengê "Erê" da, TÎP û EMEPê dengê "Na" da. Endamekî jî dengê bêalî bi kar anî.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş beriya dengdanê axivî û hûrgiliyên xebatên komîsyonê eşkere kirin.
Kurtulmuş diyar kir ku komîsyonê heta niha guh daye 137 sazî û kesan.
Li gorî agahiyan, komîsyonê 88 demjimêran kar kiriye û 4 hezar û 199 rûpel qeydên civînan hatine girtin.
Berteka DEM Partiyê
DEM Partiyê li ser naveroka raporê helwesta xwe nîşan da.
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî bikaranîna têgehên "Teror", "Rêxistina terorê" û "Belaya terorê" da ku di raporê de cih digirin.
Naveroka raporê: Qeyûm û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Rapora Komîsyonê ku dê wekî pêşniyazeke yasayî pêşkêşî parlamentoyê were kirin, çarçoveyeke giştî ya çareseriyê xêz dike.
Xalên sereke yên raporê ev in:
* Pêbendbûna bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn.
* Sererastkirina polîtîkayên tayînkirina qeyûman.
* Guhertina Yasaya Partiyên Siyasî û Yasaya Hilbijartinê.
* Sererastkirina Yasaya Înfazê.
* Xurtkirina mekanîzmayên mafên mirovan.
Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser "balansa azadî û ewlehiyê" û got:
"Rapor bêyî ku fikra 'efûyekê' çêbike, li gorî rêbazên hiqûqî û wijdana hevbeş a civakê xeteke giştî ava dike.
Rapor aqilê dewletê û wijdana gel digihîne hev û li ser vê esasê hewl dide aştiyeke mayînde ya civakî ava bike."
Nîqaşa mafê hêviyê
Yek ji mijarên herî germ a beriya civînê, "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bû.
Her çi qasî ev mijar rasterast di sernavan de cih negire jî tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya pêbendbûna bi biryarên DMMEyê de were nirxandin.
Hat diyarkirin ku MHP dixwaze ev biryar bê bicihkirin û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştgiriyeke eşkere dide pêvajoyê.
Parlamenterê Partiya Paşerojê Kanî Torun jî li ser helwesta Bahçelî got:
"Birêz Bahçelî bi vê helwesta xwe nêrîna xwe ya li ser berdewamiya pêvajoyê bi zelalî diyar dike.
Gotinên wî di heman demê de hişyariyek e ji bo desthilatê jî. Bahçelî dixwaze pêvajo bidome û bi serkeftî bigihîje encamê."
Rapor dê niha sewqî Komîsyona Yasadanînê were kirin û piştre li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê were nîqaşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse