Şandeya Îmraliyê peyama Ocalan eşkere kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Peyam Şandeya Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê naveroka hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re eşkere kir.

Ocalan di civînê de gotiye, “Entegrasyona Kurdan dê bibe yek ji stûnên herî bingehîn ên Komara Tirkiyeyê.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, roja duşemê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabû.

Şandeya Îmraliyê îro derbarê naveroka civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan gotiye ku divê rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be û nêzîkbûna “tasfiyeya terorê” nabe çareseriyeke siyasî, dê bibe neçareserî.

“Komar bêyî Kurdan nehatiye avakirin”

Abdullah Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişandiye ser pêvajoya damezrandina Komara Tirkieyeyêê û wiha gotiye:

“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoyek e ku bi berdewamî xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike.

Pêvajoya ku ber bi damezrandina Komarê ve çû, li ser yekitiya Tirk û Kurdan ava bû.

Her çend paşê hatibe guhertin jî, şopên vê yekê di hemû belgeyan de têne dîtin.

Ev di dema Şerê Serxwebûnê de, di Kongreyan de û di îlankirina Komarê de hatiye pejirandin.

Mustafa Kemal bi xwe 17ê Kanûna Paşîn a 1921an li Îzmîtê di civîneke çapemeniyê de li ser Kurdan axivî.

Ev Komar bêyî Kurdan nehatiye avakirin.

Yên ku vê yekê înkar dikin her roj bi zimanekî tûj û wêranker diaxivin û gotinan dikin.

Di bingeha Komarê de Kurd hene. Metnên qanûnî yên paşê ku hatin amadekirin Kurdan ji holê rakirin, nasnameya Kurd û zimanê Kurdî qedexe kirin, vê yekê jî înkar û serhildanan bi xwe re anîn.

Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoya bidawîanîna înkar û serhildanê ye. Em niha dixwazin nîqaş bikin ka em dê çawa werin cem hev û bi hev re di nava aştiyê de bijîn.”

 “Hevwelatiyê azad”

Ocalan li ser pênaseya hevwelatibûnê jî wiha nêrînên xwe parve kirine:

“Meseleya pênasekirina hevwelatibûnê heye. Hevwelatibûn girêdana ku bi dewletê re hatiye avakirin nîşan dide.

Hevwelatibûn girêdana bi dewletê re bêyî cudahiya etnîsîte, ziman, bawerî yan pergala ramanê vedibêje.

Mînak, gelo kesek sosyalîst an kapîtalîst be, Misilman an Xirîstiyan be, Kurd an Ereb be, ne girîng e.

Ew hemû dikarin hevwelatiyên dewletê bin.

Ez dixwazim bibêjim hevwelatiyê azad. Hevwelatibûna destûrî jî dikare were bikaranîn lê hevwelatibûna azad ji vê berfirehtir e.

Divê welatiyekî azad bi qasî ku ol, mezheb û baweriyên xwe diyar dike, di îfadekirina nasnameya xwe ya neteweyî de jî azad be.

Eger hûn nikarin ol û zimanê xwe li ser yên din ferz bikin, divê hûn netewetiya xwe jî ferz nekin. Divê her kes bikaribe netewe û nasnameya xwe bi awayekî azad îfade bike.”

“Yekbûna Kurdan stûna herî bingehîn a Komarê ye”

Rêberê PKKyê destnîşan kiriye ku dewleteke bihêz ew e ku nermbûnê nîşan dide û gotiye:

“Me got ku em dixwazin wekî civakeke demokratîk bijîn û me 'aştî' di destpêka wê de danî.

Me diyar kiriye ku em dixwazin wek civakeke demokratîk bijîn û me ‘aştiyê’ xistiye pêşiyê.

Civakeke demokratîk tê wateya ku mirov bikaribe nasnameya xwe ya civakî bi awayekî azad ava bike.

Civak xwedî hêmanên çandî ye, saziyên wê yên tenduristiyê, perwerdehiyê û werzişê, nexweşxane û saziyên aborî hene. Ger civak karibe van bi azadî ava bike, ew taybetmendiyeke demokratîk bi dest dixe.

Dewleteke xurt ew e ku vê nermbûnê nîşan dide.

Ev prensîbên sereke û modela rêxistinî ya entegrasyona me ne. Li vir tiştek tune ku neteweperestî yan jî fundamentalîzma olî nîşan bide, di nav dewleta yekgirtî de jî.

Em li ser sazî û avakirina civakeke demokratîk diaxivin. Bê guman, li vir cihê tundiyê nîne.

Entegrasyona nav Komara Demokratîk bi qasî damezrandina Komarê bi xwe girîng e.

Em hemû karên xwe bi rihê Komara Demokratîk dimeşînin. Yekbûna Kurdan stûna herî bingehîn a Komarê ye.

Entegrasyona Kurdan dê yek ji stûnên herî bingehîn ên Komarê be. Em biratiya ku dused sal in ber bi jêr ve diçe, vedigerînin û em pêdiviyên qanûna biratiyê pêk tînin.

Ev avakirina sedsala nû ye, heta hezarsala nû ye.”

“Ez behsa dewletek an herêmeke cuda nakim”

Ocalan li ser birêvebiriya herêmî jî amaje bi peymana Ewropayê kiriye û wiha gotiye:

“Hebûn û sazûmankirina demokrasiyeke herêmî li gorî rihê yekbûna demokratîk e. Ev tiştê ku em ji bo Sûriyeyê jî pêşniyar dikin.

Bi demokrasiya herêmî, mebesta min ew e ku bajarek an gundek divê mafê xwe bi azadî îfade bike û xwe birêve bibe.

Mercên birêvebiriya herêmî zelal in. Ez behsa dewletek an herêmeke cuda nakim.

Guhertoyeke Peymana Xweseriya Cihî ya Ewropayê ku bi rastiya me ya civakî re lihevhatî be û berfirehtir bibe jî dê piştgiriyeke xurt ji bo vê yekê be.

Ev pêşniyar ne tenê hebûn û mafên Kurdan lê di heman demê de hemû gel û civakên olî yên din li herêmên wan ên têkildar jî dinirxîne.

Dîrok bi dûrxistina Kurdan nehatiye çêkirin. Siltan Sencer yekem kes bû ku Kurdistan îlan kir. Silêman Kanûnî got ku ew li ser wê disekine.

Pêwîst e em ji siyaseteke ku li ser tirsa ji Kurdan hatiye avakirin dûr bikevin, ji siyaseteke ku Kurdan wekî fobiyek û çavkaniya tirsê dibîne.”

“Çek û tundî hatine terikandin”

Abdullah Ocalan herî dawî tekezî li ser siyasetê kiriye û gotiye:

“Meseleya me xwedî aliyekî ewlehiyê ye lê di heman demê de aliyekî siyasî yê berfirehtir jî heye.

Ji ber ku em dê tevlî siyasetê bibin. Çek û tundî hatine terikandin. Em dê pêvajoyeke siyasî ya pir demokratîk pêk bînin.

Civaka me bi qasî nan û avê hewceyê vê yekê ye. Divê her tişt di bin navê ewlehiyê de neyê fetisandin.

Divê siyaseta ewlehiyê li ser siyasetê ava bibe û siyaset jî divê li ser ewlehiyê ava bibe.

Em dê bibin civakeke siyasî, civakeke siyasî ya demokratîk.

 Derbarê yekitiya Kurdan de, pêşniyara min Yekitiya Demokratîk e, hem di nav Kurdan bi xwe de û hem jî di şiklê têkiliyên di navbera Kurdên perçebûyî de.

 Ev ne dewleteke cuda ye lê belê prensîbeke berfireh a birêvebiriya demokratîk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê / Wêne: Arşîv

DEM Partiyê helwesta xwe eşkere kir: ‘Em wan têgehan qebûl nakin’

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê Gülistan Kiliç Koçyigît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek têbîniyên xwe yên li ser rapora dawî bi raya giştî re parve kirin