Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan derbarê pêvajoya çareseriyê ragihand ku girîng e Komîsyon nerînên Ocalan bi awayekî li ber çavan bigire û binirxîne.
Alî Babacan li Mêrdînê li otelekê beşdarî bernameya “Hevdîtina li gel Saziyên Civaka Sivîl, Karsaz û Rûspiyên Civakê" bû ku ji aliyê serokatiya rêxistina bajêr a partiya wî ve hatibû sazkirin.
“Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin”
Babacan diyar kir ku ew pêvajoya çareseriya girîng dibînin û biland:
“Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin. Em fêm dikin ku amadehiya li pişt vê pêvajoyê, amadehiyeke plankirî û bi hûrgilî hatiye kirin.
Ji ber ku me ev yek fêm kir û dît, me ji roja yekem ve got ku em dê vê pêvajoyê bi geşbîniyeke bi tedbîr bişopînin. Em dê şaşiyên ku di pêvajoyê de bibînin bînin ziman. Em dê pêşniyarên xwe bînin ziman.
Heke îhtimala serketina vê pêvajoyê ji sedî 5 be jî em dê piştgiriyê bidin wê egera ji sedî 5.”
Babacan daxuyand ku li Tirkiyeyê bidawîkirina tundiyê mijareke pir girîng û dîrokî ye û got:
“Em partiyeke mixalefetê ne lê me ji roja destpêkê ve ev berpirsiyariya dîrokî li ser milên xwe hîs kir.
Me ji roja destpêkê ve dest bi hevkariyên xwe yên ji bo pêvajoyê kir.”
Babacan bal kişand ser xebatên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê û wiha axivî:
“Divê ne tenê parlamenter, her wiha pispor, akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl jî tevlî Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê bibin.
Mekanîzmayeke siyasî ya ku ji nerînên derve re vekirî be, dikare encamên baştir bi dest bixe.”
“Girîng e Komîsyon nerînên Ocalan li ber çavan bigire”
Babacan li ser daxwaza ku Komîsyon guhê xwe bide nerînên Abdullah Ocalan jî got:
“Girîng e Komîsyon nerînên Ocalan bi awayekî li ber çavan bigire û binirxîne. Komîsyon dê rêbaza vê yekê diyar bike û binirxîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse