TAYBET - Abdullah Ocalan derbarê Rojavayê Kurdistanê çi got?

16-11-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Omer Ocalan û Maşallah Dekak / Wêne: Rûdaw
Omer Ocalan û Maşallah Dekak / Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdullah Ocalan Pêvajo Rojavayê Kurdistanê Omer Ocalan
A+ A-

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kirin.

Omer Ocalan ragihan ku Kurdiya Abdullah Ocalan li gorî berê çêtir bûye û got:

“Bi rastî, axaftina Serokatî û Kurdiya wî, him herêmî, him jî ji aliyê akademîk ve xurttir bû. Zaravayê herêmî bêtir tê de hebû lê Kurdiyeke akademîk jî bi kar dianî. Ji aliyê jibîrkirinê ve tiştek tune bû.”

Omer Ocalan ji bo şêwazê têkoşîna piştî niha jî ev agahî dan:

“Helbet têkoşîna Kurdan bi şeklekî xurt dê berdewam bike. Hişmendiyeke Kurdî ji bo paşerojê hate afirandin; hêzeke dînamîk û hêzeke aksiyonel e. Ji bo paşeroja wî welatî, Kurd aktorên sereke ne. Di wî alî de ji rol û mîsyona xwe bilîzin.”

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku ew dixwazin Kurd bi nasnameya xwe, bi hebûna xwe, bi zimanê xwe werin qebûlkirin û berdewam kir:

“Înkarkirin tune, ev yek gava ewil e. Serok Apo jî dema behsa hevdîtinên xwe de dibêje, gotineke Çîniyan heye: ‘Rêwîtiya 1,000 kîlometreyan bi gavekê dest pê dike.’ Divê ev gav were avêtin. Ev 1,000 kîlometre ye, ew demdirêj berdewam bike. Niha gava ewil hatiye avêtin, samîmiyet xuya dibe lê em nikarin hemû tiştî bidin ser pişta gelê Kurd. Divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bîne cih.

Niha li qada cîhanê jî li hemberî Kurdan û li ser siyaseta Kurdan terorîzekirinek hebû. Dîplomasiya Tirkiyeyê jî li her çar aliyên cîhanê li ser tunebûna Kurdan dihat meşandin. Dema ew qedexe rabe, ew terorîzekirina li ser Kurdan rabe, Kurd li Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn jî dê gavên mezin biavêjin, xwe ava bikin.”

Omer Ocalan, pirsa “Gelo banga Ocalan Rojavayê Kurdistanê jî li xwe digire wiha bersivand:

“Helbet li ser hev bandorê dike û vê rastiyê jî em dibînin lê biryarên Sûriyeyê, biryarên Rojava, bila Kurdên Rojava bidin. Terorîzma DAIŞê Kurdan li Kobanê sekinand û dinya jî, Ewropa jî dişopîne. Ez bawer dikim di paşerojê de Kurdên Sûriyeyê, Rojava, dê paşeroja xwe diyar bikin.

Têkoşîna Rojava ji bo me têkoşîneke pir taybet û pîroz e, gelek bedel li wê derê hatin dayîn. Em nabêjin bazar li ser Sûriye û Kurdên Sûriyeyê çêbibe, em tiştekî wisa bi nav nakin lê bandora Serok Apo li Rojava jî, li Sûriyeyê jî heye. Divê mesela Sûriyê bi rejîmê re were çareserkirin. Dema pirsgirêkek li Sûriyeyê hebe, divê ew dewletbûn li wir ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve were qebûlkirin.

Divê dewleta Tirkiyê karibe bi mezlûmên Kobaniyê re bipeyive, bi Salih Mislim re jî karibe bipeyive, bi Aldar Xelîl û Fewza Yûsif re divê bipeyive.

Bi vî şeklî, hebûna Kurdan ji bo tu miletî ne xetere ye. Yanî hebûna wan jî li hemberî Kurdan divê ne xeter be û gorî vê gavê biavêjin.”

Omer Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan qet qala serbestberdana xwe nekiriye û pê de çû:

“Behsa azadkirina xwe nekir. Ev 5 car in me hevdîtin bi Serok Apo re pêk anî, behsa wan tiştan nekir. Dema hevalên me diçin, şandeya DEMê jî diçe, li gorî ku em dizanin behsa wan tiştan nake. Di wî alî de, meseleya Kurdan beriya her tiştî dibîne, çareseriyê beriya her tiştî dibîne.”

Omer Ocalan li ser mijara Demîrtaş jî got, “Hevdîtina me 5 caran çêbû. Di van hevdîtinan de behsa Birêz Selahattîn Demîrtaş nehat kirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Ji bajarê Amedê dem baş, temaşevanên hêja. Ez Maşallah Dekak im, bi heftevîneke taybet bi we re me. Di ser qonaxa Pêvajoya Aştî û Çareseriyê re salek zêdetir derbas bû, em êdî ketin sala duyemîn. Baş e, di pêvajoyê de çi gav hatin avêtin? Pêvajoya Aştî û Çareseriyê gihişte çi qonaxê û ji îro pê ve wê çi gav bên avêtin? Nêrîna li Îmraliyê çi ye? Em dê van pirsan ji Birêz Omer Ocalan bipirsin,ku ew bi xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê ye û di heman demê de jî biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e. Tu bi xêr hatî, li ser çavan hatî.

Omer Ocalan: Merheba hûn li ser çavan, li ser xêrê hatin. Silav û hurmet.

Rûdaw: Gelekî spas dikim. Ev qonaxa pêvajoya aştiyê, bi çûyîna we ya Îmraliyê dest pê kiribû. Herî dawî dîsa hûn çûn, we pê re hevdîtin pêk anî lê weke malbat we di 31ê meha borî de serdana Îmraliyê kir. Ji vê pirsê dest pê bikim:We bi Kurdî hevdîtin kir an bi Tirkî?

Omer Ocalan: Rast e, hevdîtina me ya ewil 23yê Cotmeha 2024an bû, hevdîtina me ya dawî jî 31ê Cotmeha 2025an bû. Wek malbat em çûn. 11 sal şûn de xwîşka Serokatî jî hatibû. Me hevdîtina xwe saetekê bêtir bi Kurdî kir, bi Kurmancî kir. Nîv saeta dawî jî me bi Tirkî berdewam kir.

Rûdaw: Naveroka sohbeta we ya saetekê ya bi Kurdî çi bû?

Omer Ocalan: Rast e, bêtir malbat hate axaftin. Behsa gund kir, behsa Rihayê kir, behsa Xelfetiyê kir, behsa endamên malbatê û hevalên xwe kir. Gelek caran bi gundên derdorê re têkilî danîbûn, behsa hevalên gundên derdorê kirin. Behsa gundên Tirkmenan jî kir. Gundên Xelfetiyê yên Tirkmenan, gelek şervanên wan ên ku tevlî PKKyê bûbûn û jiyana xwe ji dest dabû, behsa wan malbatan kirin lê siyaset jî bi Kurdî hate nirxandin.

Rûdaw: Min dê ew jî bipirsiya, Kurdiya xwe qet ji bîr nekiribû? Ji ber ku 27 salan de li wir axaftina bi Kurdî jî pê re nedihat kirin. Helbet demeke dirêj hevdîtin pê re tunebû. Kurdî ji bîr kiribû, we tiştekî wisa ferq kir?

Omer Ocalan: Bi rastî, axaftina Serokatî û Kurdiya wî, him herêmî, him jî ji aliyê akademîk ve xurttir bû. Zaravayê herêmî bêtir tê de hebû lê Kurdiyeke akademîk jî bi kar dianî. Ji aliyê jibîrkirinê ve tiştek tune bû. Behsa hevalên xwe yên 50 sal berê, 40 sal berê, şehîdên ewil jî dikirin. Ji aliyê jibîrkirinê ve tiştek tune bû. Ji aliyê hişmendî û sekinê ve xurt bû. Bîranîneke berfireh hebû.

Rûdaw: We got di hevdîtina xwe de em li ser mijarên siyasî jî axivîn. Wê dixwazim bi awayekî zelal hûn bibersivînin. Ocalan û dewletê li ser çi esasî li hev kiriye?

Omer Ocalan: Em karin van tiştan nebêjin. Ev salek di ser re derbas bû, Partiya Karkerên Kurdistanê gelek gav avêtin. Bangewaziya Serok Apo çêbû. Li hemberî wê bangewaziyê, Partiya Karkerên Kurdistanê biryara fesixandinê da, kongre çêkir û biryara fesixandinê di kongreyê de girt. Sembolîk be jî çek şewitandin. Gelek endamên PKKyê, gelek rêveberên PKKyê di nav de bûn.

Herî dawî jî biryara vekişandina ji Bakurê Kurdistanê hat girtin û gav hat avêtin. Divê ji niha pê ve jî dewlet gavên şênber biavêje lê Serok Apo tu caran van tiştan nîqaş nake, dibêje, Gelo Kurd dê çawa bikin, paşeroja Kurdan bi şeklekî stratejîk em ê çawa bikin? Bêtir ev tişt tên şîrovekirin. Rast e, aliyekî vê meseleyê dewlet e, Komara Tirkiyeyê. Divê dewlet jî gorî van gavan biavêje. Ev bêtir teknîkî ne, ev bêtir tiştên rojane ne ji paşeroja Kurdan jî Diyar dibe.

Rûdaw: Meseleya paşeroja Kurdan wê çi be? Statuya ku bi salan e partiya we behs dikir, ew statu ye yan alternatîveke din jê re hatiye dîtin?"

Omer Ocalan: Elbet em karin bêjin guherandin û veguherandin di partiyê de jî di hişmendiya Kurdan de jî çêdibe. Ji bo sedsala nû siyaset tê guherandin, gelek aliyên têkoşînê tên guherandin. Helbet têkoşîna Kurdan bi şeklekî xurt dê berdewam bike. Hişmendiyeke Kurdî ji bo paşerojê hate afirandin, hêzeke dînamîk û hêzeke aksiyonel e. Ji bo paşeroja wî welatî, Kurd aktorên sereke ne. Di wî alî de ji rol û mîsyona xwe bilîzin lê hinek hestiyarî hene, divê ev hestiyarî ji aliyê mirovan ve bên berçavgirtin lê êdî Kurd ketine qonaxekê, ji vê qonaxê veger tune ye.

Têkoşîna xwe, asta wê diguherînin, xwe ber di çavan re derbas dikin, guherandin û veguherandinê dikin. Ez ji bo paşerojê bi stratejiyeke mezin im. Kurd 40 sal berê, 50 sal berê, tu nedihatin hesabkirin. Niha hebûna Kurdan tê qebûlkirin, nasnameya Kurdan tê qebûlkirin lê ev tiştên em nîqaş dikin, paşerojê ev dê werin nîqaşkirin. Çawa niha gavên lezgîn hewce ne, divê ev gavên lezgîn werin avêtin. Demdirêj, çareseriya vê meseleyê dê were nîqaşkirin. Çareserkirina pirsgirêkeke 100 salî, şerê 41 salan, têkoşîna 52 salan, ez bawer nakim di salekê de were çareserkirin. Gav bi gav, dê berdewam bibin.

Rûdaw :Ne rojnamevan dizanin, ne parlamenter dizanin, ne xelk bi xwe dizane. Her kes li ser îhtimalan şîrove dike. Ji ber ku hûn herî zêde diçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê dikin, ji ber wê ez dipirsim. Yanî, gelo dê Kurd wekî netewe bimînin? Hem neteweya xwe hem zimanê xwe hûn çawa biparêzin, yanî garantiya wê çi ye?

Omer Ocalan: Garantiya wê, Kurd bi xwe ne. Kurd çi qasî têkoşîna xwe pêş de bibin, ew paşeroja xwe ava dikin. Niha hûn jî rojnamevan in, mafê we heye hûn her pirsê bikin lê em ji vir manşetan dernaxin, em siyaseta populer nakin, siyaseta magazînel nakin. Rastî û heqîqeta Kurdistanê û Kurdan çi be, ser wê em siyasetê dikin û têkoşîneke em dimeşînin. Kurdan ji ber vê yekê berdêlên mezin dane. Ez 41 sal in di vê dozê de me. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê li ser tunebûna Kurdan siyasetên qirêj hatin meşandin. Dibêje, Ez ê Kurdan bi nasnameya wan, bi hebûna wan, bi zimanê wan qebûl bikim. Daxwaza me jî ev e.

Rûdaw :Dewlet wisa dibêje, lihevkirineke wisa heye?

Omer Ocalan: Înkarkirin tune, ev yek gava ewil e. Serok Apo jî dema behsa hevdîtinên xwe de dibêje, gotineke Çîniyan heye: “Rêwîtiya 1,000 kîlometreyan bi gavekê dest pê dike.” Divê ev gav were avêtin. Ev 1,000 kîlometre ye, ew demdirêj berdewam bike. Niha gava ewil hatiye avêtin, samîmiyet xuya dibe. Êdî xebat were meşandin, di wî alî de gumanên min tune Kurd dê xwe ava bikin lê li aliyê dewletê, gavên ku biavêje hene. Em nikarin hemû tiştî bidin ser pişta gelê Kurd. Divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bîne cih. Rast e.

Rûdaw :Dewlet dê çi bike? Dewlet dê çi gava biavêje?

Omer Ocalan: Ewil hevalen heps û zîndane hene, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê yên çalakvan hene, xebatkarên wan hene. Divê ji bo wan qanûnek were derxistin. Mekanîzmaya yasayî yasa were guherandin, ji bo ev jî karibin werin tevlî siyaseta demokratîk bibin. Em bi xwe bawer in. Ev hişmendiya bi xwe bawer, dema qedexeya li ser vê hişmendiyê rabe, bi gav bi gav, bi potansiyeleke mezin dê bimeşe. Kurdan xwedî bingeheke bi vî şeklî ne.

Niha li qada cîhanê jî li hemberî Kurdan û li ser siyaseta Kurdan terorîzekirinek hebû. Dîplomasiya Tirkiyeyê jî li her çar aliyên cîhanê li ser tunebûna Kurdan dihat meşandin. Dema ew qedexe rabe, ew terorîzekirina li ser Kurdan rabe, Kurd li Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn jî dê gavên mezin biavêjin, xwe ava bikin.

Rûdaw: Di vir de niha ew gavên ku te got divê dewlet biavêje, ew encamên vê pirsgirêkê ne. Yanî gavên esasî dê çi bên avêtin? Hûn qet li ser wan naxivin, Bazirganiyek, dan û standinek, garantiyek...

Omer Ocalan: Di siyasetê de bazarkirin bi xwe bawer be. Tiştê hûn dibêjin ez fêhm dikim. Ziman nasnameya welat e. Rêveberîna xweser û wane jî bo me tiştên esasî ne di siyasetê de. Em gav bi gav, têkoşîna bi vî şeklî dimeşînin. Serok Apo jî bingehê vê tiştî amade dike. 27 sal in di wir de ye, hemû xebata xwe li ser çareserkirina meseleya Kurdan dike. Têkiliyeke 1,000 salî jî heye, divê mirov wê jî bibîne. Niha ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye, ji bo Kurd bi miletên din re çawa bijîn e, bi Ereb û Farisan re.

Rûdaw: Baş e, tişta ku herî zêde tê meraqkirin û hîn jî me bersiva vê pirsê rasterast negirtiye, dema wê pêvajoyê dest pê kir, li Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê demeke gelekî nazik û hestyar hebû. Niha çekdanîna PKKyê tenê ji bo Tirkiyeyê derbasdar e yan Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digire? Niha qala tiştekî dikin.

Omer Ocalan: PKK li ser navê xwe diaxive, Rêberê PKKyê jî diaxive, biryargirtina PKKyê ji ber çavan e lê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dijîn. Li Rojava, li Sûriyeyê, li Îraqê, Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê jî dijîn. Divê Kurdên li Sûriyeyê, li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara xwe bidin, têkiliya wan jî bi rejîma Sûriyeyê re çêbibe. Divê ev li hev bikin. Komara Tirkiyeyê jî zêde Sûriyê dixe rojeva xwe. Kurdên wê derê jî, yên Sûriyeyê, birayên me ne. Dema ew neke çareseriyekê bi Kurdên Bakurê Kurdistanê re pêş bixin, divê ew hesasiyeta Rojava jî li ber çavan bigirin. Mesela çekan, di destê wan de çek heye, biryara xwe bidin lê hêzeke wan heye.

Rûdaw: Yanî bazarek di navbera Îmralî û dewletê de nîne?

Omer Ocalan: Em vî tiştî nabînin lê dibe ku hinek dan û standin jî hebin. Nîqaşkirina navbera dewletan jî rastiyek e. Kurdistan çar parçe ye, li ser çar parçeyan ji aliyê çar dewletan ve hatiye parvekirin. Helbet li ser hev bandorê dike û vê rastiyê jî em dibînin lê biryarên Sûriyeyê, biryarên Rojava, bila Kurdên Rojava bidin.

Kurdên Rojava gelek bedelên mezin dan, derdora 20,000 xort û ciwanên xwe li wê derê wek şehîd dan. Kurdan terorîzma DAIŞê li Kobaniyê sekinand û dinya jî, Ewropa jî dişopîne. Ez bawer dikim di paşerojê de Kurdên Sûriyeyê, yên Rojava, dê paşeroja xwe diyar bikin. Ji bo Sûriyeyê jî xebatekê dimeşînin. Niha pêwîstiya rejîma Sûriyeyê jî bi Kurdên Sûriyeyê heye. Ji ber wê em dibêjin, miletê Kurd miletekî zana, pêşketî û demokrat e ku di feydeya Kurdên Sûriyê de be, di nav hevgirtinekê de ev mesele çareser bibe.

Rûdaw: Mesela Sûriyeyê, te got dibe ku hatibe nîqaşkirin û bazar û dan û standinek li ser hatibe kirin jî. Mebesta te çi ye?

Omer Ocalan: Têkoşîna Rojava ji bo me têkoşîneke pir taybet û pîroz e, gelek bedel li wê derê hatin dayîn. Em nabêjin bazar li ser Sûriye û Kurdên Sûriyeyê çêbibe, em tiştekî wisa bi nav nakin lê bandora Serok Apo li Rojava jî, li Sûriyeyê jî heye. Divê mesela Sûriyeyê bi rejîmê re were çareserkirin. Dema pirsgirêkek li Sûriyeyê hebe, divê ew dewletbûn li wir ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve were qebûlkirin. Divê ew dan û standin bi rejîma Sûriyeyê û Kurdên li Sûriyeyê, mebesta min yên Rojava ye, hevdîtin çêbibin lê bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn dike.

Ev çend sal in di dawiyê de şerê Îsraîl û navbera Filîstîniyan, meseleya Îranê, ew şerê Îranê... Gelek geşedanên Rojhilata Navîn bandora xwe li ser meseleya Kurdan dikin lê Kurd li wê derê birêxistin in. Ji 100 salan berê ve Kurdan ders ji xwe re derxistine. Niha hevgirtineke mezin heye lê di nav wê de ne tenê Kurd hene, hêzên Ereb jî hene, gelek mirovên cuda, nasnameyên cuda û baweriyên cuda jî hene. Kurdên Sûriyeyê karin meseleya xwe bi rejîma Sûriyeyê re çareser bikin û divê dewleta Tirkiyeyê jî bêhtir nerm be, bêhtir fêm bike. Çima fêm bike? Kurdên Sûriyeyê birayên me ne û di navbera Pirsûs û Kobaniyê de ti cudahî nîne.

Rûdaw: Baş e, eger lihevhatinek hebe. Çima Enqere bi Qamişloye zêdetir nade û nastine bi Şamê re dide û distîne?

Omer Ocalan: Me ev tişt gelek caran ji çapemeniyê re jî gotiye û nîqaş kiriye. Li dewsa Ehmed Şer, divê dewleta Tirkiyê karibe bi mezlûmên Kobaniyê re bipeyive, bi Salih Mislim re jî karibe bipeyive, bi Aldar Xelîl û Fewza Yûsif re divê bipeyive.

Lê ev siyaseta sed salan e hîn berdewam dike. Bi vî şeklî, hebûna Kurdan ji bo tu miletî ne xetere ye. Yanî hebûna wan jî li hemberî Kurdan divê ne xeter be û gorî vê gavê biavêjin. Heta niha mesele nehatiye fêmkirin. Di vê çarçoveya lihevkirinê de divê Tirkiye jî rola xwe ya erênî bilîze û ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê çareseriyekê bîne. Divê Kurdên Sûriyeyê jî li hev bên û bên qebûlkirin; nasnameya wan, hebûna wan, zimanê wan û welatê wan divê were qebûlkirin.

Rûdaw: Gelo li Îmraliyê ti sekreterya hatiye avakirn?

Omer Ocalan: Li Girava Îmraliyê niha çar kes hene. Sê kes berê bi salan bi Serok Apo re bûn. Heval Weysî tehliye bû û hevalên girtî biribûn ba wan, yekê rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû, ew dîsa vegeriyabû cihê xwe. Niha çar hevalên girtî bi Serok Apo re ne, ji derveyî wan tu kes tune ye, ez wisa dizanim.

Rûdaw: Ji derve kes naçe û nayê, ji xeynî şanda Îmraliyê.

Omer Ocalan: Wek malbat, em dixwazin herin. Şandeya Îmraliyê şandeya DEM Partiyê ye. Em hêvî dikin ku di paşerojê de komîsyona parlamentoyê jî ku ji 5 kesan pêk tê bi temsîlî biçe Girava Îmraliyê û Serok Apo guhdar bike.

Rûdaw: Sekreteryaya wî heye yan na?

Omer Ocalan: Ez nizanm sekreter, ez bawer dikim tuneye.

Rûdaw: Ji ber ku daxwaziyek hebû ji bo damezirandina sekreterekî jê re

Omer Ocalan: Rast e, ev tiştekî pêwîst e. Divê di paşerojê de dema lihevkirin çêbibe û çareseriyek pêş bikeve, divê civaka Tirkiyeyê jî êdî van tiştan qebûl bike. Niha pêvajoya ku salekê meşandin, salek berê we jiyan li Girava Îmraliyê çawa be, niha jî bi wî şeklî ye lê çûn û hatina malbatê kêm be jî heye. Şandeya DEM Partiyê diçe wir.

Rûdaw: Ocalan di hevdîtina xwe û te de qet qala azadkirina xwe yan serbestberdana xwe kir?

Omer Ocalan: Behsa azadkirina xwe nekir. Ev 5 car in me hevdîtin bi Serok Apo re pêk anî, behsa wan tiştan nekir. Dema hevalên me diçin, şandeya DEMê jî diçe, li gorî ku em dizanin behsa wan tiştan nake. Di wî alî de, meseleya Kurdan beriya her tiştî dibîne, çareseriyê beriya her tiştî dibîne. Partiya Karkerên Kurdistanê di wî warî de daxuyanî da. Daxwaza gelê Kurd jî ji bo azadiya Rêber Ocalan e. Dema çareseriyek pêk bê, dema ew şerê bi salan berdewam dike bi dawî bibe, divê hemû tişt ber çavan werin girtin. Di lihevkirinê de divê serokê vê serhildanê jî di mercên azad de bijî.

Rûdaw: Baş e, haya wî û Selahattîn Demîrtaş ji hev heye niha? Yanî ji hev re name dişînin, peyaman dişînin?

Omer Ocalan: Hevdîtina me 5 caran çêbûn. Di van hevdîtinan de behsa Birêz Selahattîn Demîrtaş nehat kirin.

Rûdaw: Vê jî bipirsim, we di hevdîtina xwe de qet behsa DEM Partiyê kir? Çimkî tê gotin ku divê DEM Partî li gorî daxwazên Ocalan kirasên xwe biguherîne, kirasekî nû li xwe bike. Li gorî pêvajoyên nû, kengî DEM Partî dê were ser xeta Ocalan?

Omer Ocalan: Ana jî DEM Partî bê ser xeta Ocalan, di 5 hevdîtinên me de jî behsa DEM Partiyê hate kirin. Potansiyela wê gelekî zêde ye, derdora 6 milyon deng standine, Serok Apo ji vî tiştî ne razî ye. Dixwaze ev potansiyela DEM Partiyê heye, mezintir bibe, firehtir bibe û li aliyê Tirkiyeyê jî xwe bide qebûlkirin. Gelek caran nîqaş li ser DEM Partiyê, li ser rêvebirin û rêxistinkirina wê tên kirin. Dixwaze bihêztir bibe. Divê îmkan hebe, derfet hebe û înkar nebe da ku li her bajarê Tirkiyeyê siyaseteke kurd bimeşînin.

Li Tirkiyeyê sê şaxên siyasetê hene: Yek, ên ku xwe dispêrin ola Îslamê û referansa wan ev e ku AKP wê temsîl dike. Ya din jî netewperestî ye û MHP wê temsîl dike. CHP jî pêşengtiya xeta duyemîn dike. DEM Partî jî xeta sêyemîn temsîl dike. Ev jî xeta demokrasiyê ye. Dixwaze li Tirkiyeyê xwe berfirehtir bike, mezintir bike. Potansiyela wê heye, divê şert û mercên xwe jî li gorî vê biguherîne. Ji ber vê yekê, daxwaz zêde ne. Ji ber vê yekê, carinan rexne, carinan pêşniyar ji aliyê Rêber Ocalan ve tên kirin.

Rûdaw: Dibe ku rojek bê û Ocalan bibe hevserokê giştî yan serokê giştî yê DEM Partiyê.

Omer Ocalan: Pozîsyona Serok Ocalan serokatiya Partiyê DEM Derbas dike. Ez wisa dibînim, ev nirxandina min e. Hişmendiyeke gelekî mezin pêş xist. Ji siyaseta rojane û gotinên rojane bêtir, bi stratejiyekê tevdigere. Ji tunebûnê heta vê noktê anî lê di paşerojê de çi tê pêşiya me, çi dibe, em nizanin. Lê niha DEM Partî, rastî xebatekê dimeşîne, karekî dike lê pozîsyona Serok Apo ji bo her çar parçeyên Kurdistanê girîng e.

Rûdaw: We qet di hevdîtina xwe de behsa Herêma Kurdistanê kir? Behsa Başûrê Kurdistanê?

Omer Ocalan: Gelek caran behsa Herêma Kurdistanê dikir.

Rûdaw: Çi dibêje?

Omer Ocalan: Silavên xwe ji wan re şandibûn. Me ji berpirsyarên Rêbertiya Başûrê Kurdistanê re gotibû. Ji nêz ve dişopîne. Di aliyê demokrasiyê de nirxandinên xwe bi dirêjî dikirin. Behsa PDKyê jî kir, behsa YNKyê jî kir. Ev tişt jî got, got PDK di nav partiye de jî demokrasî heye. Divê ev demokrasiya we were xurtkirin. Girîngiyê dide Başûrê Kurdistanê, girîngiyê dide Rêbertiya Başûrê Kurdistanê û axa Başûrê Kurdistanê.

Rûdaw: Baş e, ez ê pirseke magazînî bikim. Niha Ocalan ji futbolê gelekî hez dikir û tîma wî ya sereke jî Galatasaray bû. Niha Amedspor jî heye. Hûn qet ser vê meseleyê axivîn?

Omer Ocalan: Li ser meseleya sporê em neaxivîn lê tiştê ez zanim Serok Apo girîngiyê dide sporê. Haya wî ji Amedsporê heye, tiştê ez zanim lê her kes zanê demekê alîgirê Galatasarayê bû. Niha nizanim çi dike. Dema wî tune ku bi sporê re eleqedar bibe lê di aliyê rêxistinkirinê de jî heşt xalên paradîgmaya wî hene. Nav xala rêxistinkirina qada civakî de spor jî tê de heye.

Rûdaw: Yanî giringî dida Amedê?

Omer Ocalan: Bi her awayî girîngî dida Amedê.

Rûdaw: Baş e, vê jî bipirsim û dawiyê lê bînim. Niha di Amedsporê de pankartek li ser bîranîna Mustafa Kemal Ataturk derxistin. Te dema ev yek dît, te çi hîs kir? Yek, ya diduyan, êdî ruhê pêvajoyê bi vî awayî eleqeya wê pê heye yan derveyî xeta vê pêvajoyê ye?

Omer Ocalan: Mijara Mustafa Kemal em karin ji gelek aliyan ve nîqaş bikin. Di avakirina Komara Tirkiyeyê de ewil bi Kurdan re îtifaq hate meşandin. Pişt re Kurd derveyî pergalê hatin hiştin. Di sîstemê de gelek caran Kurd hatin perçiqandin. Ev tişt ne tenê li aliyê min, li aliyê gelê Kurd jî nayên jibîrkirin lê em ji Amedê jî hez dikin, em ji Amedsporê jî hez dikin. Em dixwazin Amedspor bi serkeftî derkeve lîga super û têkoşîneke bimeşîne. Di aliyê sporê de jî bibe alternatîv. Kurdan jî spora Kurdan jî çanda Kurdan jî li qada cîhanê temsîl bike lê ev mesele hinekî dûvdirêj in, nizanim nêzîkatiya Kurdan ji bo me çi be, nêzîkatiya me jî ew e.

Rûdaw: Gelekî spas dikim.

Omer Ocalan: Gelekî spas, serkeftin ji bo we hemûyan û rêz û silavên min ji bo bînerên Rûdawê hene.

Rûdaw: Gelekî spas dikim, ji Birêz Omer Ocalan re, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê ku di heman demê de biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e û ji hemû kesî zêdetir ew diçe Girava Îmraliyê, hevdîtinan pêk tîne. Fikr û ramanên xwe û nîqaşên xwe û di hevdîtinên xwe de çi axivîne, yên ku karî ji me re bêje, bi me re parve kirin. Heta hevpeyvîneke din, bimînin di xweşiyê de, bi xatirê we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst