Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tevgera 78an, rojnameger û nivîskar Celalettîn Can diyar kir ku pêvajoya çareseriyê dê ji bo Tirkiyeyê bi feyde be lê divê pêdiviyên wê bên bicihanîn.
Celalettîn Can li ser pêvajoya çareseriyê, Rojava û hevdîtinên Îmraliyê ji Rûdawê re axivî.
"Ocalan tiştê dikeve ser milê wî kiriye, pêvajo yek alî dimeşe"
Can diyar kir ku "Tevgera Azadiya Kurd û bi taybetî Abdullah Ocalan" ji bo aştiyê hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û wiha got:
"Anîna rojevê ya pêvajoya çareseriyê ji bo vî welatî bi feyde ye lê divê mirov pêdiviyên wê bi cih bîne.
Bi qasî ku em dizanin û dikarin lêbikolin, Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî Ocalan, her tiştê ku ketiye ser milê wî kiriye."
Can daxuyand ku Ocalan erkên xwe yên derbarê pêvajoyê de bi cih anîne û got:
“Ocalan hemû însiyatîva birêvebiriya PKKyê girtiye ser xwe. Ji bo ku aştî çêbibe, her tiştê ku dikarîbû bike kir.
Lê tiştekî tenê ku nehatiye kirin heye: Niha pêvajo ye kalî dimeşe.”
"Bahçelî nerm e, Erdogan ji ber hesabên hilbijartinê bi mesafe ye"
Can, gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên ku gotibû "PKKyê berpirsiyariya xwe bi cih aniye, divê partiyên siyasî jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin" nirxandin û got:
"Ez wisa difikirim ku ew aliyên ku Bahçelî nûnertiya wan dike, hinekî nermtir nêzîkî vê pêvajoyê dibin lê Erdogan li vir hewl dide ku bi mesafe bimîne."
Can parast ku Erdogan li gorî hesabên hilbijartinê tevdigere û wiha pê de çû:
"Ji bo ku bibe serokkomar û partiya wî di desthilatdariyê de bimîne, hewl dide tevgera Kurd îqna bike lê Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi aliyê din re diaxive."
"Kesên ku dixwazin li ser Rojava operasyon bê kirin hene"
Can diyar kir ku ew gefa operasyonê ya Bahçelî ya li ser Rojava wekî hemleyeke siyasî dibîne û got:
"Min gefa operasyonê ya Bahçelî zêde cidî nedît. Wî di rastiyê de siyaset kir lê kesên ku dixwazin operasyon çêbibe hene: Wekî Hakan Fîdan, wekî Tayyîp Erdogan."
Can anî ziman ku ji ber têkiliyên navneteweyî yên tevgera Kurd, şerekî mezin ne mimkin e û ev nirxandin kir:
"Ez bawer nakim ku ew dest bi şerekî bikin, bimeşînin û encamê bi dest bixin. Dibe ku hinek operasyon bên kirin lê ev dê ne mayînde be û neyê qebûlkirin."
Hevdîtinên Îmraliyê: Ocalan dê bi sebir beşdarî pêvajoyê bibe
Can derbarê hevdîtina muhtemel a şandeya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re got:
“Ez wisa difikirim ku Ocalan dê bi polîtîkayeke hinekî din a sebir, hinekî din a telqîn û hinekî din a belavkirina li ser demê, li hemberî aliyê din nerm be lê ew ê tu carî dev ji armanca xwe bernede.”
"Divê li parlamentoyê biaxive"
Can bal kişand ser daxwaza Ocalan a ji bo beşdarbûna komîsyona li Parlamentoyê û wiha got:
"Birêz Ocalan dixwaze biçe. Dixwaze biçe komîsyona li Parlamentoyê û li wir biaxive lê gelo ew dê qebûl bikin, gelo ew dê wî bibin wir, ez nizanim.
Lê divê bibin. Ji ber ku mşxatabê yekane ew e. Tevgera Kurd hemû însiyatîva xwe ji Ocalan re hiştiye. Divê ew li Parlamentoyê û di Komîsyonê de biaxive."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse