Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew xebatên pêvajoya çareseriyê "bi sebr, bi hêvî û bi pêngavên ji dil" ber bi pêş ve dibin û tekez kir ku ew dê pêvajoyê bi ser bixin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokkomariyê di bernameyeke taybet de li gel malbat û mirovên leşkerên ku di şer de hatine kuştin û birîndarkirin, derbarê pêvajoya çareseriyê axivî.
Erdogan diyar kir ku ew pêvajoyê bi hêvî, bi sebr û bi pêngavên saxlem û ji dil ber bi pêş ve dibin û got:
“Înşallah em dê bi hev re bigihîjin Tirkiyeya bêteror.”
Erdogan ragihand ku ew dê bêyî ku zererê bidin emanetê leşkerên di şer de hatine kuştin û birîndarkirin dê pêvajoyê bi ser bixin û got:
“Weke welatiyên Komara Tirkiyeyê em dê destaneke nû ya biratiyê û çîrokeke nû ya serkeftinê bi hev re binivîsin.
Me pêk ve planên wan kesan têk birin ku kemîne danîne ber hevqederiya me, rêhevaltiya me, biratiya me ya xwînê û ruhê yekîtî û desthevgirtina me.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse