Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku şaşiyeke stratejîk e ku pêvajo tenê li ser rêxistinek an kesekî were sekinandin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî civîna dawî ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bû.
Yapicioglu her çi qasî dengê "erê" dabe raporê jî rexne û pêşniyarên xwe parve kirin.
"Divê yên dev ji çekan berdane jî li xwe bigire"
Yapicioglu diyar kir ku nabe pêvajo tenê bi kesekî an rêxistinekê re sînordar be û got:
"Pêdivî ye ku çarçoveyek yasayî ya giştî û berfireh were afirandin.
Divê ev çarçove ne tenê yên ku niha çekan bi kar tînin, wan kes û rêxistinên ku berê çek bi kar anîne lê niha bi tevahî dev ji tundiyê berdane jî li xwe bigire."
"Kevirê bingehîn Îslam e"
Serokê HUDA PARê bal kişand ser termînolojiya "baweriya hevpar" a di raporê de.
Yapicioglu destnîşan kir ku divê navê "Îslamê" bi eşkereyî were hildan û wiha axivî:
"Bingeh û kevirê bingehîn ê hevgirtin û biratiya Kurd û Tirkan a ji Melezgirtê heta îro, dînê pîroz ê Îslamê ye.
Nebehskirina vê rastiyê û bikaranîna têgeha 'baweriya hevpar' tê wateya jibîrkirina bingeha meselê."
Pirsgirêka Kurdan û şîdet
Yapicioglu rexne li raporê girt ku çareseriyên berbiçav ên wekî perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengên destûrî tê de cih negirtine.
Wî got, "Navê pirsgirêkê bi awayekî şaş hatiye dayîn û çareserî jî kêm maye."
"Maf û azadî nabe bibin mijara bazarê"
Zekeriya Yapicioglu tekez kir ku mafên bingehîn nikarin bibin mijara bazarê û wiha pê de çû:
"Girêdana berfirehkirina maf û azadiyan bi bidawîbûna rêxistina çekdar ve nêzîkatiyeke şaş e.
Mafên bingehîn nikarin bibin rehînê hebûn an nebûna ti pekhateyeke çekdarî."
"Polîtîkayên ewlehiyê nayên rewakirin"
Yapicioglu li dijî wê yekê derket ku polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê yên salên borî di raporê de wekî "pêdivî" bên nîşandan.
Wî diyar kir ku kiryarên neqanûnî yên wekî kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan û şkence bi ti awayî nayên rewakirin û divê bên şermezarkirin.
Serokê HUDA PARê di dawiyê de bang kir ku rêziknameyên yasayî ne demkî bin, divê daîmî û giştî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse