Li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext di rojevê de ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Sindoqa dengdanê / Wêne: Arşîv
Sindoqa dengdanê / Wêne: Arşîv
Nîşan Hilbijartina Pêşwext Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijara hilbijartina pêşwext germ bûye.

CHPyê di her derfetê de pêwîstiya hilbijartineke pêşwext tîne zimên, AK Partî û MHP jî deriyê vê nîqaşê digirin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ducare kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi hilbijartineke pêşwext heye û bangî xelkê kir.

"Werin em vê desthilatê biguherînin"

Ozgur Ozel ji xelkê xwest ku ber bi desthilatê ve bimeşin û got:

"Werin em vê desthilatê biguherînin. Ti kes mafê me radestî me nake.

Em dê bi xwe werbigirin, em dê ji wan bistînin. Ma hûn ji bo vê meşa ber bi desthilatê ve amade ne?"

Li aliyê din AK Partî û hevpeymana wê MHP xwe nadin ber hilbijartina pêşwext û dibêjin, dema hilbijartinê diyar e û dê di dema xwe de were kirin.

Lê belê li gorî yasayê, ji bo ku serokkomarê niha Recep Tayyîp Erdogan karibe careke din bibe namzed, divê hilbijartin berî dema xwe ya asayî were kirin.

"Mixalefetê 18 hilbijartin winda kirin"

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman diyar kir ku mixalefetê di 25 salên borî de 18 hilbijartin winda kirine û niha xwe bi benê hilbijartina pêşwext ve girtiye.

Yayman li ser berbijêriya Erdogan jî got:

"Xwedê bixwaze, hilbijartin dê sala 2028an bê kirin. Lê belê ji bo ku Serokkomarê me karibe careke din bibe namzed, dibe hilbijartin çend mehan bê bipêşxistin."

DEM Partî: Em amade ne

DEM Partî ku niha zêdetir bala xwe daye ser pêvajoya çareseriyê, kêmtir behsa hilbijartineke bi vê rengî dike.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser mijarê got:

"Partiya me her tim ji bo hilbijartinê amade ye lê niha ev mijar ne di rojeva me de ye. Heke biryareke wiha bê dayîn jî partiya me her tim amade ye."

CHPyê li ser hilbijartina pêşwext bi israr e û çend caran bangî Devlet Bahçelî kiriye.

Bersiva Bahçelî

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî deriyê hilbijartinê girt û got:

"Mijara hilbijartina pêşwext qet nakeve rojeva me. Heta ku Serokê CHPyê bêje 'deriyê hilbijartinê vekin', em wekî Hevpeymaniya Cumhur, ew deriyê ku em vedikin, deriyê Tirkiyeyê û Sedsala Tirkiyeyê ye."

Li gorî pêvajoya hilbijartinê ya Tirkiyeyê, heta sala 2028an ti hilbijartin nayên kirin.

Lê belê mixalefet zexteke mezin dike û bi hinceta ku rewşa aboriya Tirkiyeyê ne baş e, daxwaza hilbijartina pêşwext dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst