Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku îro hat lidarxistin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat belavkirin de hat diyarkirin ku komîsyon bi serokatiya Numan Kurtulmuş li Salona Merasîmê ya Parlamentoya Tirkiyeyê civiya.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurtulmuş di vekirina civînê de amaje pê kiriye ku ji bo pêvajo bêyî ku bibe mijara dan û standinan demildest bi dawî bibe û biratiya mayînde careke din were pêkanîn ew dê berpirsyariya ku dikeve ser milê wî bi cih bîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Serokê me yê Parlamentoyê diyar kiriye ku ew dixwazin pêvajoya ku li ser bingeha armanca Tirkiyeya Bêteror dest pê kiriye di demeke kurt de bigihêje armanca xwe û bal kişandiye ser wê yekê ku dibe hinek kes hewl bidin vê pêvajoyê jehrî bikin û wî girîngiya xurtkirina yekîtiya niştimanî û bi serkeftî domandina rê destnîşan kiriye.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaşa ku bi vexwendinê beşdarî civînê bûye, derbarê xizmet û piştgiriyên ji bo malbatên şehîdan û xaziyan pêşkêşiyeke berfireh kiriye.
Her wiha di komîsyonê de nûnerên Komeleya Astengdarên Şer, Şehîd, Jinebî û Sêwiyên Tirkiyeyê, Weqfa Gazî û Malbatên Şehîdan a Tirkiyeyê, Weqfa Hevgirtinê ya Xizmên Şehîd û Gaziyan a Tirkiyeyê, Komeleya Astengdarên Erkê yên Teşkîlata Ewlehiyê, Komeleya Xaziyên Muharîb, Weqfa Malbatên Şehîdan û Dayîkên Diyarbekirê hatin guhdarîkirin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê sibe saet 14:00an li Salona Merasîmê ya Parlamentoya Tirkiyeyê civîna xwe ya 5emîn li dar bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse