MÊRSÎN - Agir bi kargeha sîstemên deng û dîmenan ket

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Agir Mêrsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê, agir bi kargeha ku sîstemên deng û dîmenan lê tên hilberîn ket û niha hewl tê dayîn ku agir bê vemirandin.

Li kargeha li Taxa Huseyîn Okan Merzeciyê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî ku li derdorê tedbîr hatin wergirtin, tîmên agirvemiranadinê midaxeleyî agir kir.

Li deverê car caran dengên teqînan tên bihîstin û rêya ku fabrîka lê ye ji çûn û hatine re hat girtin.

Hewlên ji bo kontrolkirina agir didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst