Erdogan: Hevalên me ji bo amadekirina destûra nû dixebitin

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Destûra Bingehîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê xebatên ji bo destûra nû got, "Hevalên me niha xebatên ji bo amadekirina destûra nû didomînin û dê bidomînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi wesîleya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanan û Werzişê li Pirtûkxaneya Milet a Serokomariyê bi hinek ciwan û werzişvanan re civiya.

Erdogan li ser pirsa xwendekarekî ya bi rengê "Niha li ser destûra nû xebatek heye? Gavên ku hatine avêtin hene?" teqez kir ku nabe derbarê destûra nû xebat neyên kirin.

"Em dê destûreke nû ji welatê xwe re amade bikin"

Erdogan bal kişand li ser amadehiyên ji bo destûra nû û got:

“Hemû hevalên me niha xebatên ji bo amadekirina destûra nû didomînin û dê bidomînin.

Ji ber ku em êdî nikarin bi destûra beriya 20 salan berdewam bikin.

Destûreke bingehîn a nû û înşalah em dê bi we re vê yekê bikin û di vê destûra bingehîn a nû de kêmasiyên me çi bin, bi temamkirina van kêmasiyan em dê înşalah destûreke nû ji welatê xwe re amade bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst