Hewlêr (Rûdaw) - Fetî Yildiz bangî dadger û dozgeran kir û got, "Eger binpêkirina mafan ji ber girtinê çêbûbe, tenê bi berdana kesê girtî dawî li binpêkirinê tê.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê Xê derbarê pêkneanîna biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyek da.
Fetî Yildiz got, "Divê daxwaznameyên girtiyan ên ji bo rakirina binpêkirinê li gorî biryara DMMEyê di demeke maqûl de bên nirxandin û biryar li ser bê dayîn.
Dema meqûl a li vir, ne demeke keyfî ye."
"Tenê bi berdana kesê girtî dawî li binpêkirinê tê"
Yildiz her wiha diyar kir ku ji bo pêkanîna biryarên DMMEyê têra xwe dadger, dozger û personelên edlî hene û got:
"Tê zanîn ku DMME destêwerdanê di biryara dewletan de neke diyar e ku dê biryarên binpêkirinê bi kîjan vebijarkê bê çareserkirin.
Lê eger vebijarkeke din nebe, tedbîra ku divê ji bo rakirina binpêkirinê bê wergirtin zelal e.
Eger binpêkirina mafan ji ber girtinê çêbûbe, tenê bi berdana kesê girtî dawî li binpêkirinê tê.
Di vê rewşê de vebijarkeke din nîne.”
Divê were gotin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar dabû ku mafê Demîrtaş hatiye binpêkirin û xwest ku ew were berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse