Hewlêr (Rûdaw) - Li 47 parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi tohmeta “endamtî û alîkariya DAIŞê” 298 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 47 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li hemberî DAIŞê operasyon hatin lidarxistin.
Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonê de bi tohmeta “endamtî, propaganda û alîkariya darayî ya DAIŞê” 298 gumanbar hatine desteserkirin.
Yerlîkaya her wiha destnîşan kir ku di operasyonan de gelek demançeyên bêruxset, belge û materyalên dijîtal ên rêxistinê hatin bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse