Piştî biryara PKKyê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê cara yekem e dicive

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Pêvajoya Çareseriyê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê piştî biryara PKKyê cara yekem e dicive.

Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê bicive.

Mijarên sereke biryara xwefesixkirin û bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê û pêwendiyên li gel Sûriyeyê ne.

Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê roja pêncşemê saet 16:00an li Enqereyê dest pê bike.

Tê pêşbînîkirin di civînê de rewşa dawî ya pêvajoya “Tirkiyeya bêteror” û gavên derbarê biryara PKKyê ya bidawîanîna şerê çekdarî bên nirxandin.

Piştî biryara PKKyê civîna yekem a Lijneyê ye û dê qonaxên pêvajoyê bên gotûbêjkirin.

Her wiha tê çaverêkirin ku hûrgiliyên mekanîzmeya şopandina bicihanîna biryara danîna çekan jî bê axaftin.

Hat diyarkirin ku di civînê de rewşa Sûriyeyê jî dê bê gotûbêjkirin û ji bo berpirsyariya kampên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê derbasî birêvebiriya Sûriyeyê bibin, tedbîrên pêwîst dê bên nirxandin.

Her wiha şerê Ukrayna û Rûsyayê û pêvajoya kirîna balafirên şer ên F-16 û Eurofighter jî mijarên civînê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst