Bahçelî: Dibe ku heman lîstika Xezeyê li Tirkiyeyê jî were lîstin ev ne îhtimaleke dûr e

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Dibe ku heman lîstika li Xezeyê li Tirkiyeyê jî were lîstin û ev ne îhtimaleke dûr e.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî hefteya borî nexweş ket û veguhastin nexweşxaneyê.

Piştî baş bû îro bi daxuyaniyekê nivîskî behsa tendurisitya ya û gelek mijarên di rojeva Tirkiyeyê de jî kir.

Devlet Bahçelî di beşeke daxuyaniya xwe de dîsa behsa pêvajoya ku ji aliyê wî ve hatî destpêkirin kir û got:

“Tirkiyeya bê teror sanciyên xwe yên jidayîkbûnê hebe jî dema mirov li mezinahiya gefa ku em pê re rûbirû ne binêre, divê her kes, her beş û her rengê siyasetê li dora armanca Tirkiyeyeke mezin û bihêz bên cem hev.”

Bahçelî bal kişand ser metirsiya ku Tirkiye li herêmê rûbirûyî bûye û got:

“Dibe ku heman lîstika bêexlaqiya cîhanî ku ewil Xeze bombebaran kir û piştre li ser rûniştin, paşerojê li Tirkiyeyê jî were lîstin, ev ne îhtimaleke dûr e.”

“Niha peywireke nû û mezintir li pêşiya me ye”

Serokê Giştî yê MHPyê her wiha da zanîn ku ew wekî MHP ji bo parastina Tirkan û Tirkiyeyê çi ji destê wan were dê bikin û got:

“Niha wext wextê yekîtiyê ye, wextê zindîbûnê ye, wextê ku em hemû bibin Tirkiye û miletê Tirk e.

Partiya Tevgera Neteweperest ji bo welat û miletê xwe li ber her zehmetiyê ragir bûye.

Di vê rêyê de eger pêwîst bike canê xwe jî daye ber çavan.

Me gotina `ewil welat û miletê min, piştre partî û ez` bi awayekî pratîkî pêk anî bêyî ku em li ber astengiyên sixtekar û dijberan, biwestin û xwe bidin alî.

Niha peywireke nû û mezintir li pêşiya me ye. Divê em çi tiştê pêwîst be bikin ji bo ku em sedsala Tirk û Tirkiyeyê ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst