Balyozê Amerîkayê yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin

22-05-2022
RÛDAW
Nîşan Balyozê Amerîkayê Enqere Jeff Flake CHP Wezareta Derve ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Enqerê Jeff Flake ji ber daxuyaniya derbarê mîtînga Partiya Gel a Komarî (CHP) de bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.

Balyozê Amerîkayê yê Enqerê derbarê mîtînga CHPê de hişyarî dabû hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê û ji wan daxwaz kiribû ji xwepêşandan û protestoyan dûr bisekinin.

Li gor medya Tirkiyê, Balyozê Amerîkayê yê Enqerê Jeff Flake bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye bangkirin û li ser daxuyaniyê hatiye hişyarkirin. Tirkiyê ragihandiye “ji daxuyaniya hişyariyê aciz bûye”.

CHPê 21ê Gulanê roja Şemiyê li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê mîtîngek lidar xist.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê 19ê Gulanê derbarê mîtîngê de hişyarî dabû hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê. Balyozxaneya Amerîkayê ragihand: “21ê Gulanê roja Şemiyê li Maltepeya Stenbolê mîtînga CHPê tê plankirin. Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê tedbîr wergirtin. Di protestoyên pêştir de ava şid, gaza rondikrêj û guleyên nekujer hatin bikaranîn. Bi egereke zêde tedbîrên weke van tên wergirtin. Ji ber egera bikaranîna tundûtûjiyê û tiştên ne pêşbînîkirî ji xwepêşandan û protestoyan dûr bisekinin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst