Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn a ORCyê CHP bi rêjeya ji sedî 30,5 yekem û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 28,2 duyem partî ye.
MHP bi rêjeya ji sedî 7,5 DEM Partî jî bi rêjeya 7,1 dengan di sînorê benda hilbijartinê de ne.
Her wiha di vê rapirsiyê de tiştÊ balkêş ew e ku dengên Partiya Zaferê ji yên ÎYÎ Partiyê zêdetir in.
Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê encamên rapirsiya ku di navbera 17-20ê Gulana 2025an de li 41 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 4 hezar û 220 kesî kiribû eşkere kirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî bê kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 30,5 partiya yekem e û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 28,2 partiya duyem e.
Her wiha MHP bi rêjeya ji sedî 7,5 di rêza sêyem de û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 7,1 di rêza çarem de cih digire.
Li gorî vê yekê, li Tirkiyeyê tenê 4 partiyên siyasî benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas dikin.
Encamên rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê bi vî awayî ne:
CHP: Ji sedî 30,5
AK Partî: Ji sedî 28,2
MHP: Ji sedî 7,5
DEM Partî: Ji sedî 7,1
Partiya Zaferê: Ji sedî 4,4
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,2
Yenîden Refah: Ji sedî 4,0
Partiya Paşêrojê: Ji sedî 3,1
A Partî: Ji sedî 2,7
BBP: Ji sedî 2,4
YMP: Ji sedî 2,1
TÎP: Ji sedî 1,8
Partiyên din: Ji sedî 2,0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse