Rapirsiyeke balkêş: Kîjan partî li pêş e?

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan GENAR Rapirsî AK Partî DEM Partî CHP MHP
A+ A-

Hewlêr Rûdaw) - Li gorî Kompanyaya Lêkolînan a GENARê, AK Partî bi rêjeya ji sedî 35,2 partiya yekem e û CHP jî bo rêjeya ji sedî 32 duyem e.

Kompanyaya Lêkolînan a GENARê encamên rapirsiya xwe ya dawî ku di meha Tîrmehê de pêk anîbû parvekirin.

Di demekê de ku polemîka "partiya yekem" di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel de berdewam dike, di rapirsiyê de encamên balkêş cih girtin.

Serokê Kompanyaya Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî rêjeyên dengên ku partiyan wergirtine, parve kir.

AK Partî bi rêjeya ji sedî 35,2 partiya yekem e. Di rêza duyem de jî CHP bi rêjeya ji sedî 32 cih girt.

Rêjeyên dengên partiyan wiha ne:

AK PARTÎ: Ji sedî 35,2

CHP: Ji sedî 32,0

DEM Partî: Ji sedî 9,8

MHP: Ji sedî 9,0

İYÎ PARTÎ: Ji sedî 3,9

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,2

Yeniden Refah: Ji sedî 3,1

TÎP: Ji sedî 1,3

Partiya Anahtar: Ji sedî 1,3

Yên Din: Ji sedî 1,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst