Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç got bila Abdullah Ocalan ne li Parlamentoyê lê li kolanan biaxive.
Li bajarê Stenbolê îro Konferana Vekirina Rêya Aştiyê ji aliyê Hewldana Civakî ya Ji Bo Aştiyê ve hat lidarxistin.
Parêzvana mafên mirovan û akademîsyen Fatma Bostan Unsal di rûniştina yekem a konferansê de moderatoriya konferansê kir.
Axêver jî serokê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç, Endama Rêveberiya Federasyona Komeleyên Kafkasyayê Ayça Atçi, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Serokê berê yê CHPyê Hîkmet Çetîn û Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mustafa Arslan bûn.
“Bahçelî gotineke pir ji xwe bawer got”
Bulent Arinç di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got:
“Bahçelî gotineke pir ji xwe bawer got. Kesê li kolanan tenê li ser vê yekê difikire.
Lê min lêkolîn kir ka li pişt vê daxuyaniyê çi heye. Wî ji bo Ocalan got, 'Bila were li Koma DEM Partiyê ya li Parlamentoyê biaxive.`
“Bila li kolanan biaxive”
Min digot qey efûyek dê were derxistin lê nehat derxistin. Ya duyemîn, çima ew dê li parlamentoyê biaxive, bila li kolanan biaxive. Lê min bersiva vê yekê jî nedît.”
Arinç diyar kir ku piştî ku banga ji bo parlamentoyê guncaw nehat dîtin, vê carê Qendîl vexwendin Malazgirê û got:
“Em li ser hev matmayî man. Baş e ku muxatabên din zîrektir derketin. Partiya Bahçelî jî matmayî maye lê lêpirsînê nakin.
Yên ku li ser pirsgirêka berdewam a Tirkiyeyê diaxivin divê tiştên erênî bikin. Difikirîn ku Bahçeli dê ji ber gotinên xwe zererê bibîne.
Lê min ew wiha nedît. Ji ber ku kesên ku karên baş dikin piştgiriyê werdigrin. Dema me dest bi pêvajoyê kir jî bi heman awayî bû.
Aliyê me navê 'Tirkiyeya bêteror' lê kir. Terorîzm bi serê xwe çênabe. Divê em li dijî dengên ku terorîzmê derdixînin holê şer bikin.
Bahçeli destê xwe bilind dike lê ez nizanim li aliyê din çi tê kirin. Ew dibêjin 'Divê li Parlamentoyê komîsyoneke ji 100 kesî were avakirin'.
Eger em bi hejmarê ve girêdayî nebin, pir girîng e ku ev di bin çavdêriya parlamentoyê de were kirin.
Ma em dizanin Erdogan çi difikire? Na. Lê girîng e ku komîsyonek were avakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse