Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Axaftina li ser aştiyê, xwestina aştiyê û avakirina aştiyê berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e.”
Li bajarê Stenbolê îro Konferana Vekirina Rêya Aştiyê ji aliyê Hewldana Civakî ya Ji Bo Aştiyê ve hat destpêkirin.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî peyamek ji konferensê re şand.
Ozgur Ozel di peyama xwe de diyar kir ku aştî, ne tenê bidawîbûna pevçûnan e û got:
“Her wiha misogerkirina dadweriyê, naskirina mafan û avakirina sîstemeke civakî ya giştgîr e ku hemû cûdahî bikarin di nav ewlehiyê de bi hev re bijîn.
Aştiyeke rast û mayînde li ser prensîbên azadî, wekhevî û rêzgirtina dualî tê avakirin.”
Ozel ragihand ku bingeha aştiya civakî, di demokrasiya piralî û parastina mafên mirovan de ye û got:
“Her pêngaveke ku li ser van nirxan bê avêtin, ji bo paşeroja hevbeş a tevahiya civakê gelekî girîng e.”
“Divê zimanekî yekgirtî bê bikaranîn”
Serokê CHPyê di dawiya peyama xwe de wiha got:
“Em wekî partî bawer dikin ku divê zimanê ku di vê pêvajoyê de tê bikaranîn, yekgirtî, giştgîr û hêvîbexş be.
Axaftina li ser aştiyê, xwestina aştiyê û avakirina aştiyê berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e.
Ez hêvî dikim ku ev civîna watedar, diyaloga civakî bihêz bike, zemînê ji bo têgihîştina dualî amade bike û îradeya hevbeş a ji bo paşerojeke di nav aştiyê de xurtir bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse