Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser komisyona ku ji bo "pêvajoyê" li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin got, “Ji bo ku komisyon bibe ya Parlamentoyê, beriya her tiştî zemîneke hiqûqî pêwîst e."
Ozel her wiha got, "Li pêşiya me roj hene, em dê li geşedanan binêrin û Meclisa xwe ya Partiyê jî kom bikin û biryarê bidin."
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji rojnameya Cumhuriyetê pirsên Mustafa Balbay bersivandin.
"Em dê meclisa xwe ya partiyê jî kom bikin û biryarê bidin"
Ozel pirsa “Gelo dê CHP beşdarî komisyona ku ji bo 'pêvajoyê' li Parlamentoyê were avakirin bibe yan na?” wiha bersivand:
"Gelek gavên di nava hev de hene. Ji Komîsyona Destûrê ya ku li qesrê (serokomariyê) hatiye avakirin, tenê xebata AK Partiyê bi xwe derdikeve.
Ji ber vê yekê destûreke nû ne di rojeva me de ye. Ti hewldaneke me ya lihevkirinê ya li ser vê mijarê teqez nîne.
Komisyona ku dê li Parlamentoyê were avakirin xwedî konsepteke cuda ye.
Lê ji bo ku ev bibe komisyona Parlamentoyê, beriya her tiştî zemîneke hiqûqî pêwîst e. Ev jî bi yaseyê dibe.
Li holê çarçoveyek jî nîne. Yên ku dibêjin bila ev mesele li Parlamentoyê çareser bibe em in. Lê çawa?
Li ser zemîneke yasayî, bi şefafî û bi ewlehiyeke ku di serî de malbatên şehîdan, kes jê bi guman nebe.
Em vê yekê hîn nabînin. Li pêşiya me ro hene, em dê li bipêşketinan binêrin û meclisa xwe ya partiyê jî kom bikin û biryarê bidin."
"Em dê biryarê bi hemû organên xwe yên rayedar re bidin"
Ozel li ser gotina, “Nirxandinên ku ji civakê û partiyê digihîjin me ew in ku divê CHP beşdar nebe. Ev digihîjin we jî" wiha anî zimên:
"Em dê ti carî nebin parçeyek ji hewldaneke ku nirxên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê têk bibe.
Em dê li hemberî vê derkevin û bi hêza xwe ya siyasî û civakî rê li ber bigirin.
Em bêjin ku biryara beşdarbûna komisyonê derket; ev nayê wê wateyê ku em dê bibin parçeyek ji xebatan.
Di nava pêvajoyê de bûn û bi awayekî gelekî zelal rast û şaşiyan gotin jî vebijêrkek e.
Dema ku em bifikirin ku hawîrdoreke wiha nemaye, em dikarin xwe vekişînin.
Em dê biryarê bi hemû organên xwe yên rayedar ên partiyê re bidin."
"Derdê me Tirkiye ye"
Ozel pirsa li ser rexneyên "CHP tenê bi rojeva xwe mijûl e" jî wiha bersivand:
"Ez di axaftinên xwe yên mîtîngan de ji sedî 30 cih didim Serok Ekrem (Îmamoglu). Derdê me Tirkiye ye.
Lê dema ku namzedê me yê serokkomariyê û şaredarên me rastî êrişeke neheq tên, bila kes li bendê nebe ku em vê yekê ji bîr bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse