DEM Partiyê êrişa li Şamê şermezar kir

22-06-2025
Nîşan Êriş Şam Dêr DEM Partî Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê êrişa li Şamê şermezar kir.

Li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû û bi dehan kuştî û birîndar hene.

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ev êriş bi rêya hesabê xwe yê Xê şermezar kir.

Tulayê got, “Em vê êrişê bi awayê herî xurt şermezar dikin” û sersaxî ji Xiristiyanan û gelê Sûriyeyê re xwest.

“Rizgariya gelên Sûriyeyê di avakirina paşerojeke hevpar de ye”

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku divê bikirên vê êrişê derkevin holê û anî zimên:

“Divê her kes emcamên têgihiştina otorîter, mezhebparêz, yekparêz bibîne ku rê li ber êrişên li ser komên neteweyî û dînî vedikin.

Rizgariya gelên Sûriyeyê di avakirina paşerojeke hevpar û demokratîk de ye ku her kes bi nasname û baweriya xwe bijî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst