Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ew danîna qeyûm a li ser TELE1ê şermezar dikin.
Di çarçoveya lêpirsîna "sîxuriyê" ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de Fona Sîgortayan a Mevdûatê ya Teserûfê (TMSF) wekî qeyûm li ser Televîzyona TELE1ê hat tayînkirin.
Bi vê biryarê re, hemû rayeyên birêvebiriya kanalê derbasî TMSFyê bûn.
Di heman lêpirsînê de, derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Necatî Ozkan û Damezirînerê TELE1ê Merdan Yanardag bi îdiaya "sîxuriyê" lêpirsîn hatibû destpêkirin û Yanardag doh serê sibehê hatibû desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, bi rêya sepana "Stenbol Ya Te ye/Istanbul Senîn" agahiyên şexsî yên 4,7 milyon kesî ji bo 2 welatên biyanî hatine şandin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tayînkirina qeyûm şermezar kir û daxuyanî da:
"Em tayînkirina qeyûm a li ser TELE1ê bi awayekî herî tund şermezar dikin.
Me berê jî binpêkirina mafê agahîwergirtinê yê civakê û azadiya derbirînê qebûl nekir, em îro jî qebûl nakin.
Em bangî desthilatê dikin ku dev ji hewldana bêdengkirina medyayê ya bi destê daraza ku kiriye amûr berde.
Hûn nikarin bi tayînkirina qeyûman û reşkirina televîzyonan rastiyê zevt bikin!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse