Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Balikesîr û Kutahyayê yên Tirkiyeyê du otobus wergeriyan û di encamê de 62 kes birîndar bûn.
Li bajarê Balikesîrê otobusa Ç.S diajot a ku ji Îzmîrê diçû Stenbolê li Balikesîrê wergeriya.
Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu çû cihê qezayê û li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di qezayê de 27 kes birîndar bûne.
Îsmaîl Ustaoglu got, “Li gorî zanyariyên destpêkê 27 kes birîndar bûne. Wekî pêwîst ambulans û tîmên AFAD û UMKEyê çûne cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan.”
Lê derbarê rewşa birîndaran ti zanyariyên din nehatine belavkirin.
Otobusa servîsa karkeran ji paş ve li tankerekê qelibî
Li aliyê din, otobusa servîsa karkeran a ku A.D diajot, li ser rêya Kutahya-Eskişehîrê li xaçerêya otogarê ji paş ve li tankera sotemeniyê ya ku Î.K. diajot da.
Di qezayê de şofêr jî di nav de 35 kesên di otobusê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Bajêr a Kutahya û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Evliya Çelebiyê.
Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e û ti metirsî li ser jiyana wan nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse