Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Komîsyona Pêvajoyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Divê komîsyon tenê ji bo çekdanînê nexebite û ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike.”

Meclisa DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê civiya.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civînê derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî da.

Bernedana Demîrtaş

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî redkirina daxwazên berdana Selahattîn Demîrtaş da û got:

“Nêzîkî 9 sal in hevalên me di girtîgehê de ne. Li şûna ku demildest bên berdan, bêdengiyek heye.

Biryar li ser bingeha vê rewşa rehînetiya siyasî tên dayîn. Dadgeh bi binpêkirina madeya 90î ya Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî sûcekî giran dike.

Di vê pêvajoyê de, beşdarbûna hevalên me yên girtî û keda wan dê ji bo xêra pêvajoyê be.”

Bakirhan bal kişand ser rewşa li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha domand:

"Li Rojhilata Navîn rojên gelekî dîrokî tên jiyîn. Têkoşîna hêzên hegemonîk bi tundî berdewam dike.

Em hemû dibînin ku şer û pêşbaziya hêzê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê zêde dibe.

Welatan carinan bi xwe û carinan jî bi rêya hêzên wekîl ew der veguherandine gola xwînê.

Hêzên hegemonîk bi afirandina nezelaliyê li wir hewl didin pozîsyona xwe xurt bikin."

“Em komkujiyên li dijî Durziyan şermezar dikin”

Mînaka herî dawî ya rûyê nû yê şer, bûyerên li Siwêdayê ne. Em em komkujî û êrişên li dijî xelkê Durzî şermezar dikin.

Kî bike bila bike em şermezar dikin. Dixwazim careke din diyar bikim ku em li dijî vê yekê ne.

Bi vê minasebetê, ez dixwazim balê bikişînim ser çend xalan.

Zîhniyeta ku nasname û îradeya hemû gel û baweriyên cuda yên wekî Kurd, Durzî, Elewî, Suryanî û Ereban ên ku Sûriyeyê pêk tînin tune dihesibîne, yek ji sedemên sereke ye ku welatan ber bi şerê navxweyî ve dibe.

Eger yekparêzî tunebûya, îro ev komkujî, ev şer û pevçûn nediqewimîn."

“Hêza tekane ya ku pêşniyara çareseriyê dike Kurd in”

Pevçûnên dijwar hene lê projeyeke çareseriyê ya ti kesî nîne. Dema Durzî tên qetilkirin, hay ji wan çêdibe.

Dema pirsgirêkeke din derdikeve, hewl didin li ser rê çareser bikin. Hêza tekane ya ku pêşniyara çareseriyê dike Kurd in, DEM Partî ye, bernameya me ye.

Em hemû şahidiyê dikin ku ji bilî sîstemeke ku nasname û cudahiya gelan nas dike û jiyana wan a wekî welatiyên wekhev li ser zemîneke demokratîk misoger dike, ti çareyên din nîne."

“Divê pêvajo ji sabotajê re girtî be”

Divê ev pêvajo ji sabotaj û provokasyonên ku ji derve çêdibin re girtî be.

 Ji bo vê jî divê her kes bêyî ku pêvajoyê dirêj bike, demildest erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

“Ocalan metirsî dîtin”

Binêrin, Birêz Ocalan metirsiyên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn rûbirûyê wan mane dît û heta îro bi awayekî yekalî ev gav avêtin.

Eger desthilatdarî jî heman rîskan dibîne û bi heman cidiyetê nêzîk dibe, divê ji bo selametîya welêt gavên pêwîst bên avêtin.”

“Komîsyon dikare modela aştiyê ava bike”

Divê ev komîsyon tenê ji bo danîna çekan nexebite. Tiştên bi vî rengî jî tên nîqaşkirin.

Ev tenê aliyekî pêvajoyê ye. Mijara sereke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û îradeya rakirina astengiyên mezin ên li pêşiya vê çareseriyê ye.

Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike. Ev derfet li pêşiya vê komîsyonê ye.

“Em van tiştan qebûl nakin”

"Heta niha piştgiriyeke mezin a civakî û siyasî ji bo pêvajoyê heye. Ev piştgirî her ku diçe zêde dibe.

Lê em gelekî zelal diyar bikin, hinek derdor bi awayekî veşartî û eşkere ji bo têkbirina vê pêvajoyê çi ji destê wan tê dikin.

“Civak ji CHPyê gelek tiştan hêvî dike”

Dawiyê, ez dixwazim li ser nîqaşên van çend rojên dawî jî çend xalan bibêjim.

Ez gelekî ji dil û bi bawerî dibêjim, bi taybetî di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan de, civak ji CHPyê bi nasnameya partiya damezirîner û nirxên wê yên dîrokî, gelek tiştan hêvî dike.

Ji ber ku ev mesele hêmana herî bingehîn a demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya civakî ye.

Em di wê baweriyê de ne ku girtina vê berpirsyariya dîrokî û cihgirtina di hewldana çareseriyê de, dê ji bo me hemûyan û ji bo paşeroja welatê me gava herî rast be.

Hêviya hemû civakê ji saziya siyasetê û partiyên siyasî ev e.

Hêvî dikim siyaset û saziya siyasetê jî li gorî van hêviyan pratîk û şêwazeke xebatê nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin