Tirkiye û Îraq ji bo veguhastina petrolê li ser peymaneke nû dixebitin

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Veguhastina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Enqere û Bexda ji bo hevkariya enerjiyê kûrtir bikin, armanc dikin ku bigihîjin lihevkirineke berfireh.

Tirkiye ji bo peymaneke berfirehtir û piralî ya di warê veguhastina petrolê de, bi Birêvebiriya Navendî ya Îraqê re dest bi dan û standinan kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, bi peymana nû tê armanckirin ku di navbera her du welatan de di warê enerjiyê de mekanîzmayeke hevkariyê ya stratejîk a li ser bingeha vîzyoneke hevpar were avakirin.

Di çarçoveya hevkariya plankirî de projeyên petrola xav û gaza xwezayî, bipêşxistina santralên hîdrokarbonê, veberhênanên petrokîmya û rafîneriyan, projeyên hilberandin û ragihandina elektrîkê û aliyên curbicur ên bazirganiya petrol, gaz û elektrîkê dê bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku di van waran de hevbeşiyên demdirêj û berbiçav bên avakirin.

Di çarçoveya dan û standinan de, dê li ser rêziknameyên derbarê kapasîteya sîstema boriya heyî de jî were sekinandin ku ev sîstem ji du xetên bi kapasîteya giştî ya rojane ya 1,5 milyon bermîlî û Termînala BOTAŞ Ceyhanê pêk tê.

Peymana nîv sedsalî bi dawî dibe

Boriya Petrolê ya Xav a Îraq-Tirkiyeyê, li gorî peymanên ku cara ewil sala 1973yan hatibûn îmzekirin û sala 2010an hatibûn nûkirin, dihat xebitandin.

Ev xet bûbû sembola hevkariya enerjiyê ya di navbera her du welatan de.

Lê belê, guherîna şert û mercên herêmî, veguherîna di bazarên enerjiyê de û zêdebûna hêviyên aliyan, bûn sedem ku peymana heyî têr neke.

Vê rewşê, di asta bazirganî, hiqûqî û binyadî de pêwîstiya bi rêziknameyeke nû derxist holê.

Di vê çarçoveyê de, biryara Serokkomariya Tirkiyeyê ya derbarê bidawîbûna Peymana Boriya Petrolê ya Xav a ku ji sala 1973yan û vir ve di meriyetê de bû, ji 27ê Tîrmeha 2026an pê ve, doh di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di serdema nû de, tê armanckirin ku petrola xav a Îraqî, bi awayekî bibandortir bigihîje Tirkiyeyê û ji wir jî bigihîje bazarên cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst