Hewlêr (Rûdaw) - 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dîroka yekemîn rûniştina doza Parlamentera HDPê Semra Guzel ku niha girtî ye wek 19ê Kanûna 2022ê diyar kir.
Li gor agahiyan 22emîn Dadgeha Cezayên Giran û Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqerê nirxandina xwe ya derbarê Parlamentera HDPê Semra Guzel de ku parêzbendiya wê hatiye rakirin û niha girtî ye temam kiriye û biryar hatiye dayîn ku Guzel girtî bimîne û rûniştina yekemîn di 19ê Kanûna 2022ê de bê kirin.
Herwiha li Parlamentoya Tirkiyê ji ber beşdarnebûna rûniştinên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê, proseya bidawîanîna parlamenteriya Guzel destpê kiriye.
Li gor rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Tirkiyê her parlamenterek ku bêyî hincetekê di nav mehekê de 5 caran tevlî rûniştinên Desteya Giştî ya Parlamentoyê nebe, ji bidawîanîna erkê wî/ê yê parlamentoyê karûbarên yasayî tên destpêkirin.
Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê hatibû hilbijartin. Ji ber dîtina çend wêneyên wê di telefona yek ji gerîlayên PKKê bi navê Volkan Bora de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dabû, parêzbendiya Semra Guzel hatibû rakirin û di 4ê Îlona 2022ê de hatibû girtin. Lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bighînim Volkan Bora.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse