Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha 139 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.
Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 155 hezar û 516 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 6 hezar û 17 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 139 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 812 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 446,822 kesan û 12,358 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 374,637 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 245 hezar û 617 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse