DEM Partiyê bangî Kurtulmuş kir: Berpirsiyariyê wergire

23-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û jê xwest ji bo avakirina komîsyonê berpirsiyariyê wergire.

Berdevka DEM Partiyê li navenda partiyê ya li Enqereyê li ser civînên Meclîsa Partiyê (PM) û Lijneya Birêvebiriya Navendî (MYK) ji rojnamegeran re axivî.

Ayşegul Doganê bal kişand ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonekê li parlamentoyê û da zanîn ku beriya niha wan jî pêşniyareke wisa biribû parlamentoyê.

Berdevka DEM Partiyê bangî Numan Kurtulmuş kir û got, "Me beriya bi çend mehan bangî Serokê Parlamentoyê kir ku însiyatîvê wergire.

Me diyar kir ku ev mijar gelekî girîng e. Çareseriya Pirsgirêka Kurdan nikare bêyî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk were.

Divê hemû partiyên siyasî bi rexne û pêşniyarên xwe tevlî pêvajoyê bibin.

Em behsa parlamentoyekê dikin ku di dîrokê de nûnertiya temsîliyeta herî bilind a siyasî dike.

Di arîtmetîkeke wiha de me diyar kiribû ku em dê li ser komîsyoneke ku ji parlamentoyê wêdetir biçe û dînamîkên din ên civakê di nav xwe de vehewîne nîqaş bikin.

Ev yek jî bûye yek ji mijarên ku me gelekî li ser nîqaş kir û em li ser axivîn. Em difikirin ku di mijara vê komîsyonê de divê Serokê Parlamentoyê Birêz Kurtulmuş bi berpirsyariya xwe rabe.

Gelek fikarên civakê hene. Derbaskirina van fikaran, erkê herî girîng ê parlamentoyê ye. Divê ev mijar li ser bingeha berjewendiyên siyasî neyê nirxandin.

Li cihê nêzîkatiyên li ser bingeha dengan û fikarên bingehîn ên dengderan, pêwîstiya me bi nêzîkatiyeke yekpar heye. “

Meclisa DEM Partiyê îro li Enqereê civiya

Li aliyê din, Meclisa DEM Partiyê jî îro civiya û DEM Partiyê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya hat eşkerekirin ku biryara xwefesixkirin PKKyê ji bo bipêşveçûna pêvajoya aştiyê gaveke girîng e.

DEM Partyê her wiha got, "Pêvajoya diyalogê ne tenê kilîla Pirsgirêka Kurdan her wiha kilîşa paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye."

Meclisa DEM Partiyê diyar kir ku bingeha jiyana hevbeş, wekheviya welatîbûnê û azadiyê Tirkiyeyeke demokratîk mumkin e.

Hat ragihandin ku aştî dê ne tenê di hundirê welat de lê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bibe hêvî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst