Hewlêr (Rûdaw) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê gotinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ên ku piştî hevdîtina dawî hatibûn ragihandin, daxuyaniyek belav kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku hevpeyvînên wan hatine berovajîkirin û tekez kir ku rexneyên Ocalan ne tenê li ser DEM Partiyê her wiha li ser tevahiya siyaseta Tirkiyeyê ne.
"Rexne li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê ye"
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê îro di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Bê guman hemû beş dikarin bibin mijara rexneyên Birêz Ocalan.
Lê belê di hevpeyvîna navborî de, berovajî ya ku hatiye serobinokirin, Birêz Ocalan tekez dike ku di çareserkirina pirsgirêka 100 salî de saziya siyasetê bi giştî cidiyeta pêwîst nîşan nedaye.
Ew rexneyan li siyasetê digire ku li şûna pirsgirêkan çareser bike bûye şerê berjewendiyan.
Ev gotin, li ser siyaseta Tirkiyeyê bi giştî ye û wekî ku tê xuyakirin ne derbarê DEM Partiyê ye.
Bê guman, derxistina beşa pêwendîdar a hevpeyvîna navborî ji çarçoveya wê dê xizmetê ji pêvajoyê, aştiyê û avakirina civakeke demokratîk re neke.
Hêviya me ya bingehîn ew e ku her beşek bi vê hestiyarî û cidiyetê tevbigere."
"Li ser medyaya civakî bûbû sedema nîqaşan"
Piştî belavbûna hûrgiliyên hevdîtinê, li ser medyaya civakî peyamên Abdullah Ocalan wekî rexneyeke rasterast a ji bo DEM Partiyê hatibûn şîrovekirin.
Ev yek jî bûbû sedema nîqaşan ku endam û birêvebirên DEM Partiyê berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi vê daxuyaniyê ev îdia red kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse