Demîrtaş: Em amade ne ku ji bo aştiyê piştgiriyê bidin

23-10-2025
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pêvajo Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bi Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinan de derbarê pêvajoya aştiyê agahî hatine parvekirin.

Hevdîtinên li girtîgehên li Edîrne û Kandirayê

Li gorî daxuyaniyê, Buldan û Sancar çûne girtîgehên Edîrne û Kandirayê.

Şandeya Îmraliyê ji bilî Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê, bi serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û parlamentera berê Semra Guzelê re jî hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniya bi îmzeya Buldan û Sancar de hat diyarkirin ku moralê girtiyan bilind e û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

"Piştgiriya me ji bo pêvajoyê tam e"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtinan de bi giranî li ser pêvajoya aştiyê dan û standina agahî û nêrînan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Demîrtaş bal kişandiye ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo pêvajoyê û hatiye gotin:

"Hevalê hêja Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştî û demokrasiyê amade ye her cure piştgiriyê bide."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Fîgen Yuksekdagê jî diyar kiriye ku ew hêviya xwe ya ji bo avakirina aştiyê û civakeke demokratîk diparêze û Yuksekdagê aniye ziman ku "dê piştgirî û beşdariya wê ya di vî warî de bi awayekî xurt bidome."

"Berdana wan daxwaza me ya lezgîn e"

Di daxuyaniya şandeyê de hat diyarkirin ku mana girtiyan a di girtîgehê de nayê qebûlkirin û hat gotin:

“Girtina hevalên me yên ku bêsûciya wan ji aliyê hiqûqî ve jî hatiye selmandin, bi ti hincetê nayê ravekirin û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Daxwaz û hêviya me ya lezgîn ew e ku ev neheqiya eşkere demildest ji holê bê rakirin û hevalên me di şert û mercên azad de beşdarî meşa aştî û demokrasiyê bibin."

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hevdîtin gelekî berhemdar derbas bûne û girtiyan silavên xwe ji bo her kesê ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê têdikoşe şandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst