Taybetmendiyên balafira ku Sererkanê Lîbyayê tê de mir çi ne?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Falcon 50 Balafir Lîbya Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bûyera ketina balafirê ya li nêzîkî Enqereyê ku tê de Sererkanê Lîbyayê Mihemed Hedad û şandeya pê re mirin, çav zivirîn ser taybetmendiyên balafira wan a bi modela Falcon 50yê.

Ew balafira ku wekî "Efsaneya Fransî" tê naskirin, di dîroka balafirvaniyê de xwedî cihekî taybet e.

Balafira Falcon 50yê ku ji aliyê şirketa Dassault Aviationê ve hatiye çêkirin, sala 1976an wekî şoreşekê di qada balafirên karsaziyê de derket pêş.

Ev balafir bû yekemîn balafira karsaziyê ya biçûk ku karîbû Okyanusa Atlantîkê bi carekê derbas bike û ev serkeftin bû sedem ku balafirên Falconê bibin tercîha rayedarên bilind ên cîhanê.

Tişta ku Falcon 50yê ji balafirên asayî cuda dike sîstema wê ya bi 3 motoran e.

Ev taybetmendî asteke bilind a ewlehiyê peyda dike; eger di dema firînê de motorek ji kar bikeve jî, du motorên din bi hêsanî balafirê digihînin armanca wê.

Her wiha baskên wê yên taybet şiyanên balafirê xurt dikin ku ev yek dibe sedema zêdebûna lezê û kêmkirina xerckirina sotemeniyê.

Falcon 50 bi van taybetmendiyên xwe yên teknîkî tê naskirin:

  • Dirêjiya baskên wê 18,86 metre û bilindahiya wê ya ji erdê 6,98 metre ye.
  • Kabîna wê 1,80 metre bilind e û firehiya kabînê jî 1,86 metre ye.
  • Giraniya wê ya vala 9 hezar û 163 kîlogram e lê di dema firînê de bi barkirinê re dikare bigihêje 17 hezar û 600 kîlogramî.
  • Kapasîteya wê ya sotemeniyê 8 hezar û 763 lître ye (nêzîkî 7 ton).

Ev "Efsaneya Fransî" ne tenê ji bo bedewbûnê hatiye çêkirin; bi carekê dikare 6 hezar û 300 kîlometreyan bê rawestandin bifire û bigihêje leza 867 kîlometreyan.

Balafir dikare di bilindahiya nêzîkî 15 hezar metreyî de ango di ser bahoz û ewran re bifire.

Falcon 50 balafira milyarder, serokdewlet û fermandarên leşkerî yên pilebilind e.

Xerciya wê ya salane ji bo 200 saet firînê, derdora 1,3 milyon dolarî ye û xerciya her mîlekê di navbera 12-15 dolaran de diguhere.

Bihayê kirîna balafireke wiha ya bikarhatî di navbera 1,5 milyon heta 4,5 milyon dolarî de ye.

Her çi qas bûyera balafirê ya li Enqereyê deng vedabe jî Falcon 50 di warê teknîkî de hîn jî wekî yek ji balafirên ewle û bedew ên dîroka firokevaniyê tê qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst